Li Qereyaziyê meşa 8’ê Adarê

Parve bike:

ERZIROM - Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor di meşa li Qereyaziyê de axivî û got: “Heta hemû mafên jinan, keda wan û azadiya wan neyên naskirin dê civak jî azad nebe.” 

 
Tevgera Jinen Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi dirûşma “Bi jina azad re, ber bi civaka demokratîk ve” meş li dar xist. Jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn, ber bi Mizgefta Navendê ve meş li dar xist. Di meşê de pankartên “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve", "Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” û dovîzên “Ronesansa jinê dest pê kir û em ê nesekinin”, “Bi xeta hevrêtiya komunal xwe birêxistin dikin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jina” û “Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” hatin berzkirin. Jin, bi cil û bergên Kurdî tev li çalakiyê bûn. 
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgorê di daxuyaniyê de got ku cînayetên jinan berdewam in û jin bi sedan sala ye li ber xwe didin. Narîn Gezgorê wiha domand: “Jin, li tevahiya cîhanê li dijî komkujiyan li ber xwe didin. Li malê, li kolanan û her qadên jiyanê berxwedana xwe mezin kir. Jinên Kurd têkoşîna xwe mezin kir. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Komkujiyên jinan polîtîk in. Yên jinan dikujin, hêza xwe ji polîtîkaya necezakirinê digirin. Heta ku hemû mafên jinan, keda wan, azadiya wan neyê naskirin dê civak jî azad nebe.” 
 
DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
 
Di berdewamê de Narîn Gezgorê bal kişand ser êrişên ser rojhilatê Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Li her çar parçeyên Kurdistanê divê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bê parastin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de bang kir. Got ‘Bila Îran, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe.’ Got ku heta mafên Kurdan neyên naskirin dê demokratîkbûn çênebe. Berpirsyartiyeke mezin li ser milên jinên Kurd e. Abdullah Ocalan, divê xwedî statuyeke siyasî û hiqûqî be. Heta aştî çêdibe, civaka demokratîk ava dibe û birêz Ocalan azad dibe dê jinên Kurd bi şev û roj têbikoşin. Divê bi şev û roj ji bo azadiyê têbikoşin. Di serî de Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokhan û Leyla Guven, silavên xwe ji hemû jinên girtî re dişînin.” 
 
Jinan, piştî axaftinan dirûşm berz kir, tililî avêtin û heta avahiya rêxistina navçeyê meş li dar xist. 
 
Nûçeyên Têkildar
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin
Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan.

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”

Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn
Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn

Li gelek bajaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îroz kir. Di çalakiyan de dîmenên rengîn derketin holê.