Di êrişên li ser Lubnanê de 294 kes hatine kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê de 294 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji roja Duşemê ya borî ve, ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê, hejmara kuştiyan di êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê de gihîştiye nêzîkî 300 kesan û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne.
 
Li gorî amarên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ve hatine belavkirin, ji roja duşemê ya borî ve di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, nêzîkî 300 kes hatine kuştin.
 
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de got ku “Hejmara êrişa Îsraîlê ji sibeha Duşemê 2’ê Adarê heta 7’ê Adarê gihiştiye 294 şehîd û hezar û 23 birîndaran.”