Jinên Êzidî 8’ê Adarê pîroz kirin
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Êzidî li Geliyê Kersê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma ‘Dema Jinê ye, bi ruhê 8’ê Adarê xwe biparêzin’ pîroz kirin.
Jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro, li Baxçê Serokatî yê Geliyê Kersê bi şahiyekî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî pîroz kir. Şahiya îsal bi dirûşma; ‘Dema Jinê ye, bi rihê 8’ê Adarê xwe biparêze’ tê pîrozkirin. Jinên Êzidî bi cil û bergên neteweyî tevli şahiyê bûn û kêfxweşiya xwe ji vê rojê anîn ziman.
Şahiya 8’ê Adarê bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin. Piştî peyamê berdevka TAJÊ Riham Hico derket ser dikê û axivî. Riham Hico di axaftina xwede behsa girîngiya hevgirtina jin kir û ev tişt got: “Ji her rojê bêtir divê em îro xwedî li hev derbikevin û hev himbêz bikin. Wekî jin ev 10 salin me barekî pir giran ê şoreşê daye ser milê xwe û me ji civaka xwe re pêşengtî kiriye. Em wekî TAJÊ 10 sal in têkoşînê dimeşînin. Emê ji îro pê ve jî; ji bo parastina vê civakê, vê çandê, vî çiyayî û vî gelî çi me tê xwestin emê pêk bînin. Li seranserê cihanê Rojhilata Navîn û Iraqê her roj jinan qetil dikin. Jina ku ber xwe dide, li mafê xwe digere, her roj ji aliyê sîstema baviksalar tê qetil kirin. Em ne jinên beriya 2014’an in, em jinên rêxistinkirîne. Em îro jinên bi hêzin, bi moral û bi zanistin. Bi zanist û rêxistinbûna xwe emê pêşiya hemû êrîş û fermanan bigrin. Wekî TAJÊ heta em azadî û destkeftiyên xwe mîsoger nekin emê her tim di nav têkoşînê de bin.”