DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
- Rojane
- |
- 12 Adar 2026 10:31
- |
AMED - DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû, di 12’ê Adara sala 1994’an de ji bo nûçeyekê çû navçeya Sêweregê ya Rihayê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî salvegera windabûna Babaoglû, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 32 sal in tu agahî ji Babaoglû nayên girtin û got: “Babaoglû, di 12’ê Adara 1994’an de ji bo nûçeyê çû Rihayê û êdî qet vengerî. Ji bo rojnamegeriyê dest bi vê rêwîtiyê kiribû û di vê rêyê de hate windakirin. Em wî bi rêzdarî û bi hezkirin bi bîr tînin. Peyrewên Nazim, ev 32 sal in vê mîrateya wî li pey xwe hiştî didomînin. Yên ku aqûbeta wî diyar nakin û dosyeya wî vedihêlin divê baş bizanin ku em ê têkoşîna edalet û heqîqetê ya Nazim bidomînin.”
Nûçeyên Têkildar
DFG: Di her qadê de zext li rojnamegeran tên kirin
DFG’ê di rapora xwe ya meha Nîsanê de diyar kir ku li her qadê zext ser rojnamegeran hene û dane parve kir.
- Rojane
- 12:01 05
Rêxistinên çapemeniyê: Parastina mafê agahîgirtinê yê gel sûc nîne
Rojnamegeran, diyar kir ku rojnamegerî sûc nîne û berpirsyartiyeke civakî ye. Her wiha banga berdana rojnamegerên girtî kirin.
- Rojane
- 13:22 03
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.
- Rojane
- 16:35 19/3
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.
- Rojane
- 09:38 16/3
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
- Rojane
- 10:56 10/3