Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Parve bike:
AMED - Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.
 
Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê ku di 11'ê Îlona 2025'an de ji ber tenduristiya xwe înfaza wî 3 mehan hat taloqkirin û ji Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê derket, îro dîsa hat girtin. Toglûkê ku li Amedê li mala xizmekî xwe bû û polîsan ew bir qereqolê, piştî kar û barên li vir ji bo temamkirina infaza xwe ya mayî ew birin Girtîgeha Hejmar 2 a Amedê. 
 
Toglûk, ji ber nexweşînê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" wergirtibû û piştî raporê hatibû berdan. Lê di 2'yê Adarê de Saziya Tiba Edlî (ATK) diyar kir ku tenduristiya wî baş bûye û rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" û "bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin" da wî û xwest Toglûk biçe girtîgehê. 
Nûçeyên Têkildar
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiyê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik û ku dema sewqkirina nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tundî lê hatibû kirin, serî li ÎHÎK’ê dan.

Malbatên Girtiyan: Pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye
Malbatên Girtiyan: Pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye

Bavê girtî Ferhat Ozer Alpaslan Ozer diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan di girtîgehan de berdewam dikin û got: "Pêvajoyê tu bandor li girtîgehan nekiriye. Zilmekê hîn zêdetir tê kirin."

Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh
Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh

Edîtorê malpera Dengê Girtiyan Shahrokh Tavakolî diyar kir ku bi destpêkirina şer re, hêzên taybet di girtîgehan de hatine bicihkirin, îşkence zêde bûye, deriyên qawişan bii hev ve hatine kelijandin, peywendî hatine birîn û di gihîştina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin û avê de pirsgirêkên mezin derketine.

Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.