STENBOL - Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.
Li Stenbolê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Kurdan çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Polîsan êrişî çalakiya protestoyê kir û 56 kes binçav kir. Di 10’ê Çileyê de endamên tevgerên ciwanan Dogukan Magol, Hamît Akay, Emîr Saglam û Yunus Emre Oksuz di protestoya li Zanîngeha Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Hamît Akay û Dogukan Magol ên ku sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin, ser kamerayên qawişan girtin û li dijî vê sepanê derketin. Piştî vê yekê gardiyanan di 6’ê Adarê de bi ser qawişên Akay û Magol de girtin û girtî derb kirin û xistin hucreyê. Hate diyarkirin ku Magol ê ku di hucreya yekkesî de tê ragirtin ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û Akay ê ku xistine hucreya dukesî tevî girtiyên li hinda wî ketiye çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger.
24 SAETAN ŞOPANDIN Û TOMAR
Magol bi rêya parêzerê xwe agahî ji ajansa me re şand û der heqê sepanên li girtîgehê ev tişt got: “Di qawişên 6 kesî de 10 kes tên ragirtin. Hinek girtî neçar in li erdê razên. Li qawişê radizên, xwarin tên xwarin. Li wan qawişan kamera hene 24 saetan dişopîni û tomar dikin. Ji bo rakirina kamerayan me serlêdan kir. Lêbelê îdareyê daxwaza me qebûl nekir. Li dijî vê em jî biryar da ku em serê kamerayan biniximînin. Roja din di 6’ê Adarê de komek 30-35 gardiyan bi ser qawişan de girtin û hewl dan heval bi zorê bibin hucreyê. Me nerazîbûn nîşan da û êrişî me jî kirin. Li me dan û me bi erdê re kaşkirin û xistin hucreyê. Laşê min werimî bû, ez 3 rojan li hucreya sar de bê pêlav û mont hatim ragirtin.”
DAXWAZ
Magol anî ziman ku ji 6’ê Adarê heta niha ew di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û got: “Daxwaza me ew e ku me bidin nava qawişên hevalên me û kamerayên li qawişan rabikin.”
Hate diyarkirin ku li qawişa Hamît Akay lê dihate ragirtin ji ber niximandina ser kamerayan ew xistine hucreyan. Akay, bi rêya parêzerê xwe ji ajansa me re ragihand ku daxwaza wan ew e ku wan bidin nava qawişên hevalên wan û kamerayan li qawişan bên rakirin.
MA / Omer Îbrahîmoglû