Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Parve bike:

RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

 
Cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li bajarê wî Kobanê tê definkirin. Şandeya Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana tê de cih digirin jî tev li merasîma definkirinê bû. 
 
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di 11’ê Adarê de li nexweşxaneyeke li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salih Muslim, li Kobnê hate definkirin. Ji bo Salih Muslim, li Goristana Şehîd Dîcle merasîm hate lidarxistin. Şandeyên ji bakur û başûrê Kurdistanê jî tev li merasîma definkirinê bûn. Bi deh hezaran kes tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn. Di merasîmê de, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî wefata Salih Muslim şandibû hte xwendin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di merasîma cenazeyê de axivî û got: “Em pir zêde bi Salih Muslim re xebitîn. Heval Salih, dîplomatekî mezin bû, şoreşgerekî mezin bû. Ne tenê ji bo şexsê xwe, ji bo tevahiya gelê Kurd xebitî. Ji bo gelê Bakur Orhan Dogan, Mehmet Sîncar çi be, ji bo Rojava jî Salih Muslim ew e. Rêya te vekirî be hevalê Salih. Serê gelê Kurd sax be.” 
 
'RÊYA HÊVIYÊ YA MUSLIM VEKIRÎ DÊ HER TIM RÊYA ME RONÎ BIKE’ 
 
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî got: “Rêya hêviyê ya Salih Muslim ê mezin vekirî, dê her tim rêya me ronî bike. Divê êdî ev êşên em bi sedan sala ye dikişînin bi dawî bibin. Ez, şehîdên duh hatin oxirkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Me, bi bedelên giran xwe gihand van rojan. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku an dê azad bibin an dê azad bibin. Serok Apo, behsa yekitiye demokratîk dike, lewma divê her kes berpirsyartiya dikeve ser milê xwe pêk bîne. Îro, dinya bi krîzên nû rû bi rû ye. Ji ber xelekeke ji agir heye. Lê dîsa jî yên xwedî hêvî, gelê Kurd e. Em jî dê hêviyên xwe hîn mezintir bikin. Îro ji duh baştir e, sibe jî dê ji îro baştir bibe. Em ê pişta xwe bi gelê xwe germ bikin. Dema me ji xwe bawer kir, wê demê dê hemû dinya ji bo me rêzê bigire. Em jî ji bo jiyaneke azad dê bêhtir bixebitin. Mirinê hêjayî me dibînin lê na, em jiyanê ava dikin. 
 
DIXWEST YEK DEQEYA WÎ VALA NEÇE 
 
Kobanê ji bo me mînak e. Ez di xizmeta vî gelî de me. Ji vir şûnde jî ez ê wisa bim. Heke em bibin yek, em hêzeke mezin in. Em ê pêşengtiyê ji jiyana azad re bikin. Em amade ne ku bibin dostên hemû gelan. Hêvîdarim em saetên xwe yên herî xweş bi we re derbas bikin. Ez û heval Salih bi hev re tev li bernameyekê bûbûn. Tevî ku bi zehmetî bêhn distand jî nedixwest yek deqeya wî jî vala derbas bibe. Ji bo gelê Kurd nedixwest yek deqeya wî jî vala biçe. Di wê baweriyê de me ku em ê pêşerojê bi hev re ava bikin. Em ê mîrateya Heval Salih li pey xwe hiştî bi hev re hilgirin. Serê malbata Heval Salih û hemû gelê Kurd sax be.” 
 
'HER BERPIRSYARTIYEK LI XWE GIRT’
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, jî sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest û got: “Ji bo wê sekna wan a xurt, spasiya wan dikim. Bavê Welat, ne tenê şexsiyetek bû, pêşengê siyaseta Rojava bû. Li dijî rejîma Baasê berxwedaneke mezin nîşan da. Dema pêwîst dikir ne tenê siyasî, ji bo parastina gelê xwe û pêşxistina têkoşîna wan, her berpirsyarî girt ser xwe. Dema pêwîst dikir di qada navneteweyî de xebitî. Ji me tevan bêhtir, hêj baştir hewl da dengê Rojava bide bihîstin. Dema pêwîst dikir weke Hevserokê PYD’ê, dema pêwîst dikir weke welatparezekî têkoşîna xwe domand. Bû pêşengekî mezin ê siyaseta Rojava. Em îro soz didin Bavê Welat. Em ê têkoşîna wî bidomînin.” 
 
Ebdî, îşaret bi pêvajoya nû kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ji bo wê xebat tên kirin. Ev ji bo me serdemeke nû ye. Weke HSD’ê em ê tişta dikeve ser milê me bikin. Em ê berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Divê hikûmeta Şamê jî berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe bicih bîne. Divê gelê me yê koç kiriye vegere. Divê cenazeyên hevalên me yên şehîd bên dayin. Di sala 2012’an de li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. Di nava van salan de xebatên mezin hatin kirin. Lêbelê em her tim bi êrişan rû bi rû man. Lêbelê têkoşîna me jî mezin bû. Di pêvajoya Kobanê de me çawa li ber xwe dabe dê dîsa heman berxwedanê raber bikin. Divê em tevek xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Kurd dê li cihên lê dijîn, xwe birêve bibin. Çawa ku 14 sal berê di hizûra şehîdan de têkoşîn hatibe dayin, em ê îro jî têbikoşin. Ev pêvajoyeke nû ye. Ji bo parastina qadên xwe me gelek şehîd dan. Ji bo parastina qadên xwe em her dem amade ne. Em heqîqeta Rêveberiya Xweser afirandiye, bikin mînak. Di serî de Bavê Welat, em soz didin hemû hevalên xwe yên şehîd. Em ê ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin.” 
 
'TEVÎ GELÊ XWE EZ Ê HETA NEFESA XWE Ya DAWÎ VÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIM’ 
 
Hevjîna Salih Muslim, Eyşe Efendî jî got: “Em Serok Apo silav dikin. Te hevrêtî ji Bavê Welat û kurê wî Şehîd Şervan re kir. Ji bo vê jî spasiya we her duyan dikim. Nameya te ji bo Bavê Welat şandiye, ser serê me ye. Weke her çar parçeyên Kurdistanê em serfiraz in. Bila serê gelê me sax be û em ê bi we re têbikoşin. Çawa ku min di cenazeyê Şehîd Şervan de soz dabû, ez îro di merasîma cenazeyê hevjînê xwe de jî heman sozê didim. Ez ê tevî gelê xwe, heta nefesa xwe ya dawî ve têkoşînê bidomînim. Ez spasiya her kesên heta deqeya dawî bi Salih Muslim re ev têkoşîn didomiyan dikim. Şehîd namirin. Bijî Serok Apo.” 
 
Piştî merasîma cenazeyê, cenazeyê Salih Muslim li Goristana Şehîd Dîcleyê li rex gora kurê wî Şervan Muslim hat definkirin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.

Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.