Li 4 taxên Farqînê lehî rabû

Parve bike:
AMED - Ji ber barînên zêde, li 4 taxên navçeya Farqînê lehî rabû. 
 
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna zêde ya baranê li gundên Gundikê Hecî Îbrahîm, Reşo, Gulîzera û Boşatê lehî rabû. Piştî barana zêde 37 qewar xetimîn û lehiya rabû hin rê girtin. Vê rewşê bandor li hat û çûyîna wesayîtan kir. Rêyên hin gundan jî ji ber baranê xera bûn û derz lê ketin.
 
Tîmên Şaredariya Farqînê piştî rabûna lehiyê çûn herêmê û dest bi xebatan kir. Piştî xebatên hatin kirin rêyên hatibûn girtin ji hatin û çûyînê re ji nû ve hatin vekirin.
 
Hate zanîn ku ji ber rabûna lehiyê li hin malan ziyaneke madî çêbûye. Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen jî bi tîman re li qadê lêkolînan dike û xebatan di cih de dişopîne. Xebatên paqijiyê û tespîta ziyanan ên tîmên şaredariyê yên li herêmê berdewam dikin.
Nûçeyên Têkildar
Li Balikesîrê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
Li Balikesîrê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû

Li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû.

Li Denîzliyê erdhej çêbû
Li Denîzliyê erdhej çêbû

Li navçeya Buldanê ya Denîzliyê bi pileya 5.1’ê erdhej çêbû.

Li Zonguldakê di madenê de hezaz: Hin karker asê mane
Li Zonguldakê di madenê de hezaz: Hin karker asê mane

Di kana madenê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê, ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Hat zanîn ku 3 karker asê mane.