STENBOL - Platforma Saziyên Demokratîk, kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
Platforma Saziyên Demokratîk, li Qada Beyazitê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê, bi dirûşma “Me komkujiyên Helebce û Beyazitê ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Helebceyê heta Beyazitê komkujiyan ji bîr neke û nede jibîrkirin” hate hilgirtin. Beşdaran, gelek caran dirûşmên "Helebce birîna gelê Kurd e”, “Beyazitê ji bîr neke û nede jibîrkirin” û “Helebce rûmet e, rûmeta me ye” hatin berzkirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Herêma 3’yan a Marmarayê Hasan Teymûr û ya bi Tirkî jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojda Yilmazê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 16’ê Adara 1978’an de li Zanîngeha Stenbolê 7 xwendekar hatine qetilkirin û di 16’ê Adara 1998’an de jî li Helebceyê bi hezaran Kurd ji hêla rejîma Sedam Hisên ve hatine qetilkirin. Bi domdarî hate gotin ku her du komkujî jî li dijî gelan hatine kirin û wiha hate gotin: “Rêveberiya Baasê, bi salan daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê yên gelê Jurd bi rêya tundî, zext û leşkerî bersivand. Komkujiya Helebceyê, yek ji mînakên herî bêrehm ên vê polîtîkayê ne. Li hêla din, li Tirkiyeyê jî daxwaza wekhevî, azadî û komara demokratîk a ciwanên sosyalîst, bi Komkujiya Beyazitê hatiye bersivandin.”
'XWESTIN DAXWAZA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ TÊK BIBIN’
Bi domdarî hate destnîşankirin ku bi komkujiyan hate xwestin ku pêşiya daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan were girtin û hate gotin ku rejîma Baasê û ya cuntaya 12’ê Îlonê ya Tirkiyeyê xwedî heman zîhniyetê ne. Hate gotin ku tevî her cureyên êrişan jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe berneda û bi destkeftiyên xwe bandoreke mezin li geşedanên demokratîk kir. Di bedwamê de wiha hate gotin: “Her çend çekên kîmyewî hatibin bikaranîn jî, kesek nikare bi rêya komkujî û tundiyê pêşiya têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê ya gelan bigire.”
'GELÊ KURD HEBÛNA XWE ÎSBAT KIR’
Di dirêjiya daxuyaniyê de îşaret bi şerê heyî yê li herêmê hate kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di vê pêvajoyê de yên hewl didin Kurd di navbera hêzên kûrewî û hêzên paşverû yên herêmê de tercîhekê bikin, xwe dixapînin. Gelê Kurd ne mehkûmê vê ye. Têkoşîna gelê Kurd, li ser esasê ‘Rêya sêyemîn’ teşe digire û dê wisa bidome. Ev nêzikatî nîşan dide ku azadî, aştî û çareseriya demokratîk, bi îradeya gelan pêkan e. Gelê Kurd hem li qadê hem jî di qada dîplomasiyê de hebûna xwe daye îsbatkirin û tu nêzikatiyên siyasî yên vê rastiyê paşguh dikin dê nekarin bi ser kevin. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de, em careke din van dijminên mirovahiyê yên ev komkujî kirin lanet dikin û kesên hatine qetilkirin jî bi rêz, bi minet û bi xemgîniyeke mezin bi bîr tînin. Ji bo ku ev êşa mezin êdî careke din neyê dubarekirin, dê têkoşîna me bidome.”