Pîrozbahî didomin: Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Semsûrê de ciwanan sema kirin. Di pîrozbahiyên li Sêrtê de jî peyama "Newroza te pîroz be Rêberê Gelê Kurd" hate dayîn.

 
Li Semsûrê rexmê barana zêde, bi hezaran kes bi rengên kes, zer û sor herikîn qada Newrozê. Girseya ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bû, bi domdarî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Li bajêr welatiyên Kurd, Tirkmen, Sunî û Elewî bi hev re beşdarî pîrozbahiyê bûn û dîmenên rengîn li qada Newrozê nişan dan.
 
Ciwanên ku hatin qada Newrozê, bi lawjeyên ku Berfîn Işikê stirî sema kirin. Li qadê ji aliyekî ve govend hate gerandin û ji aliyê din ve jî sema hate kirin. 
 
 
SÊRT
 
Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Tevî baran û sermaya zêde, li qada Kanî Mergê ya li navenda navçeyê agirê Newrozê hate vêxistin.
 
Li vir Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sebahat Erdogan Saritaş axivî. Sebahat Erdogan Saritaşê diyar kir ku ji ber wefata endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ew Newrozeke xemgîn pîroz dikin û wiha got: "Salih Muslim tenê bi fîzîkî ji nav me koç kir. Lê mîras û kevneşopiya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştî, dê her tim bi me re bijî. Em soz didin ku em ê li Dihê têkoşîna wî bi ser bixînin."
 
Sebahat Erdogan Saritaşê destnîşan kir ku Çiyayê Herekolê, Zanîmêrg û Deşta Bişara şahidên evîna azadiyê ya Kurdan in û axaftina xwe wiha domand "Herî zêde jî Botan şahidê me ye. Îro em ê li Çirava ya Dihê agirê Newrozê geş bikin. Em dibêjin bila Newroza 2026’an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji navenda berxwedanê, ji welatê Egîdan em ji Rêberê li Îmraliyê re dibêjin; Newrozroza te pîroz be Rêberê Gelê Kurd."
 
Piştî axaftinan, girseya ku bi pêşengiya jinan agirê Newrozê vêxistin, li dora agir govend girtin.
 
AMED 
 
Li navçeya Şankûş a Amedê, bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” cara yekemîn pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girseyê li ber muzîkê govend gerand û bi domdarî “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Abbas Şahîn di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt got: “Newroz hatina biharê ye. Bi banga Abdullah Ocalan, ji bo avakirina civakekî nû zemînek hat amadekirin. Di vê rêyê de bi hezaran hevalên me berdêl dan, gelê me ji bo ziman û çanda xwe berdêlên mezin dan. Abdullah Ocalan di sala 1993’yan de çi gotibe, îro jî heman tiştî dibêje: Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û li Kurdistanê avakirina civakekî demokratîk a ku gel û çand tê de bi hev re bijîn, pêkan e. Erka me ew e ku em têkiliyên Tirk û Kurdan ên sed salî û pêvajoya li pêşiya me bi hev re birêxistin bikin. Bêyî azadiyê demokrasî nabe. Di van rojên ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nêzîk bûye de, em ji vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li ber dahol û zurnayê bi dawî bû.