ROJEVA 16'Ê ADARA 2026'AN

Parve bike:
* Ahmet Başak ê ku di 'Newroza Serhildanê' ya sala 1992’yan de li Şirnexê birîndar bûbû, diyar kir ku îro bi saya berdelên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin û got: "Amadekariya Newrozên ku îro tên pîrozkirin, 34 sal berê hat kirin."
 
* Kalswme Huseyn a ku ji Komkujiya Helebceyê ya bi gazên kîmyewî rizgar bûye, tevî ku 38 sal di ser re derbas bûne jî hêj ji bandora êrişê rizgar nebûye. Kalswme Huseyn got: "Hêj jî dema dengê balafiran dibihîsim laşê min dilerize, ew roj qet bi dawî nebû."
 
* Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."
 
* Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e û banga beşdariya xurt a Newrozê kir.
 
* Serokê Lijneya Rêveber a DOGUSÎFED’ê Muslum Erbay got: “Pêvajoya aştiyê ji bo civakê girîng e, divê pêvajo bi gavên demokratîk û aboriyê ve were xurtkirin.”
 
* Rêberê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newroza Amedê û diyar kir ku tevlîbûnekê xurt a ji bo Newrozê, dê bibe tevkariyekê mezin ji bo pêvajoya aştiyê.
 
* Danişîna biryarê ya polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ku di 10'ê Sibata 2013'an de li Amedê bi wesayîta zirxî ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) qetil kiribû, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.00)
 
* Bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê dê li gelek bajaran daxuyanî bê dayin. (12.00) 
 
* Rehşan Demîrel ku di Newroza 1992'yan de ji bo protestokirina komkujiyên di Newrozê de xwe şewitand dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (15.00)