ŞIRNEX - Ahmet Başak ê ku di 'Newroza Serhildanê' ya sala 1992’yan de li Şirnexê birîndar bûbû, diyar kir ku îro bi saya berdelên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin û got: "Amadekariya Newrozên ku îro tên pîrozkirin, 34 sal berê hat kirin."
Pîrozbahiyên Newrozê ku kevneşopiyekê hezar salan e û Kurd ji 7 salî heta 70 salî bi cilên xwe yên herî xweşik, bi stran û govendan pêşwazî dikin, piştî sala 1990’î bi zext û zoradiya dewletê re rûbirû ma. Di sala 1992’yan de ku tundiya dewletê di asta herî jor de bû, li gelek bajarên Kurdan komkujî pêk hatin. Di Newroza 21’ê Adara 1992’yan de, li navenda Şirnexê, li navçeyên Cizîr, Hezex û li navçeya Kerboran a Mêrdînê, leşker û polîsan êrişî bi hezaran kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûbûn kirin.
Li Kerboranê, di encama gulebarana leşkeran de welatiyê bi navê Abdurrahîm Çîçek ji sîngê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Li navenda Şirnexê jî Hatîce Katara 5 salî, Mehdî Gungenê 9 salî, Nebahat Kakuça 65 salî, Zeynep Uysal, Ramazan Bayerê 70 salî û Halîl Babek û bi dehan kes hatin qetilkirin. Newroza Cizîrê ya 1992'yan ku bi êrişên çekdarî û panzeran di bîran de maye, li gorî çavkaniyên fermî 57, li gorî şahidan jî nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Beriya Newrozê di medyayê de nûçeyên "PKK’ê bi ser Şirnexê de girt" hatin belavkirin û bi vî rengî zemîna komkujiyê hate amadekirin. Di 22’yê Adarê de, li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê ji bo protestokirina komkujiyan bi hezaran kes meşiyan; leşker û polîsan êriş kirin, tevî jinekê 21 kes hatin qetilkirin û 106 kes jî bi giranî birîndar bûn. Rexmê hemû êrişan, pîrozbahiyên ku hatin kirin di dîrokê de wekî "Newrozên Serhildanê" cih girtin.
Şahidên "Newroza Serhildanê" ya sala 1992'yan Ahmet Başak (60) û Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal (66), guhertinên Newrozê yên di nava 34 salan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
‘NEWROZ HEFTEYEKÊ DIDOMIYA’
Ahmet Başak bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo Kurdan û got: "Em dikarin Newrozê ji bo Kurdan wekî ji nû ve jidayikbûnê binirxînin. Newroz bi xwe re jiyanekê nû tîne. Newroz hebû lê ne wekî van salên dawî dihat pîrozkirin. Desthilatdaran Newroz qedexe kiribû. Kurdan li hemberî vê yekê di hewşên malan de an jî li serê çiyayên bilind pîroz dikirin. Li lûtkeyên Cûdî û Gabarê ku destê desthilatê nedigihiştê, agir dihatin vêdixistin. Newroz ne tenê rojekê bû, hefteyekê didomiya. Yên ku ji bo Newrozê diçûn Cûdî, hefteyekê li wir diman. Li gorî ku min ji kalên xwe bihîstiye, berê her Newroz wekî mihricanekî dihate pîrozkirin û her kesê li bajer tevlî dibû. Newroza herî kevn a ku tê bîra min, dema ez 8 salî bûm, dayika min destê min girt û ez birim Newroza Cûdî."
‘BI BANGEKÊ GEL HERIKÎN QADAN’
Başak destnîşan kir ku Newrozên li lûtkeyên Cûdî di salên 1990’î de bi girsebûna tevgera azadiyê ya li Botanê derbasî pîrozbahiyên girseyî yên li bajaran bûn û wiha pê de çû: "Dema tevgera azadiyê ya Kurd dest bi têkoşînê kir, dîwarê tirsê ya Kurdan hilweşand. Kurd bi vî rengî hişyar bûn û bi rastiya xwe hesiyan. Gelê Kurd ê ku rastiya xwe nas kir, êdî ne di quncikên veşartî de, li ber çavê her kesî û li bajarên xwe cejna xwe pîroz kir. Sala 1992’yan di vî warî de yekemîn bû. Tevgera azadiyê bang kir û gel guh da vê bangê. Ez jî tevli wê Newrozê bûm. Hemû gundên Şirnexê herikîn navendê. Tenê bangekê bi hezaran kes anîn cem hev. Dewletê jî ev bihîst û ji bo ku Newroz bi girseyî derbas nebe amadekarî kirin."
‘EW RUH, RUHÊ SERHILDANÊ BÛ’
Başak anî ziman ku ji bo gel ji derve neyê bajêr dorpêçekê mezin hebû û got: "Rexmê hemû dorpêçê jî gel kete bajêr. Hêzên dewletê yên ku ev yek tehemul nekirin, bi çekên otomatîk êrişî gel kirin. Sekvan ên ku li ser avahiyan hatibûn bicihkirin, gule reşandin bi ser gelê li Qada Cumhuriyetê bûn. Tevî hemû êrişan, gel di nava dengê çekan de agirê xwe hil kirin û pîrozbahî kirin. Dewletê bi tankan êrişê cihên pîrozbahiyê kir. Gel li hemberî êrişan sînga xwe kire mertal. Ew ruh, ruhê serhildanê bû. Di dema êrişê de du gule li lingê min ketin. Lê ez neçûm nexweşxaneyê. Lewra birîndarên diçûn nexweşxaneyê dihatin binçavkirin û îşkence li wan dihate kirin. Min bi birîndarî pîrozbahî domand."
‘DEWLETÊ RASTIYA KURDAN QEBÛL KIR’
Ahmet Başak diyar kir ku pîrozkirina bi milyonan kesî ya îro, destkeftiyekê tevgera azadiyê ye û wiha axivî: "Dewletê xwest piştî vê komkujiyê tova tirsê biçîne lê bi ser neket. Di van 34 salan de ez tevlî hemû Newrozan bûm. Amadekariya Newrozên îro 34 sal berê hat kirin. Tevgera azadiyê rastiya ku Newroz cejna Kurdan e bi dewletê da qebûlkirin. Peyama 'Tu çi bikî jî Kurd dev ji cejna xwe bernadin' hate dayîn. Îro milyon bi hev re ne, ev bi saya berdelên hatine dayîn, pêk tê."
‘BERDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî diyar kir ku gel rexmê êrişan di pîrozkirina Newrozê de bi biryar bû û got: "Piştî êrişan gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Tevî vê yekê jî Newroz hat pîrozkirin. Gelê Botanê 34 sal in bê navber Newroz pîroz kir. Ev hêsan nebû, berdêlên mezin hatin dayîn. Têkoşîna gelê Kurd Newroz gîhand van rojan. Îro li çar aliyê cîhanê Newroz wek cejnê tê pîrozkirin, ev bi saya têkoşînê ye. Em ê îsal jî wek herêma Botanê pêşengiya Newrozê bikin."
MA / Emrullah Acar