WAN - Kalswme Huseyn a ku ji Komkujiya Helebceyê ya bi gazên kîmyewî rizgar bûye, tevî ku 38 sal di ser re derbas bûne jî hêj ji bandora êrişê rizgar nebûye. Kalswme Huseyn got: "Hêj jî dema dengê balafiran dibihîsim laşê min dilerize, ew roj qet bi dawî nebû."
Sibehekê ku mij, gaz û qêrîn tevlihev bûbûn... Li Helebceyê ku yek ji bajarên sînor ên Başûrê Kurdistanê ye, di 16’ê Adara 1988’an de wext rawestiya. Wê rojê bombeyên ku ji ezmân barîn, ne tenê bajarek, bi hezaran jiyan jî di nava bêdengiyê de veşartin. Di êrişa ku wekî Komkujiya Helebceyê kete dîrokê de, gazên kîmyewî yên rejîma Iraqê di nava çend saetan de kolan veguherand goristanê. Di êrişa kîmyewî ya li Helebceya nêzî sînorê Îranê de, piraniya wan jin û zarok, dora 3-5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 10 hezar kes jî birîndar bûn. Ev êriş, wekî yek ji mezintirîn êrişên kîmyewî yên li dijî sivîlan di dîrokê de hat tomarkirin.
Kalswme Huseyn a ku niha 52 salî ye û dema komkujê 14 salî bû, wê rojê bi malbata xwe re di jêrzemîna mizgeftekê de xwe veşartiye û rizgar bûye. Ew wê rojê bi gotinên "Ew roj qet bi dawî nebû" rave dike. Kalswme Huseyn a ku ji eşîr, xizm, malbat û nasên xwe bi sedan kes winda kirin, îro hîn jî li Helebceyê dijî. Kalswme Huseyn dibêje ku bi dengekî herî piçûk vediniciqe, carinan nikare razê û tevahiya laşê wê dilerize.
DI 14 SALIYA XWE DE BÛ ŞAHIDA KOMKUJIYÊ
Kalswme Huseyn diyar kir ku dema komkujiya Helebceyê pêk hat ew hêj zarok bû û wiha pê de çû: "Dema Komkujiya Helebceyê çêbû ez 14 salî bûm. Ez bi dayika xwe û birayê xwe re bûm. Di komkujiyê de xaltiya min û zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 5 kesên din ji malbata min mirin. Beriya komkujiyê her roj ji aliyê Îranê ve topbaran hebû. Wê şevê Şeva Beratê bû. Gava topbaran zêde bû, dayika min rabû çû mala birayê min û ew hişyar kir. Dayika min ji birayê min re got, 'Rabe, her çar aliyên Helebceyê tên bombekirin, ev çi ye?' Birayê min jî got, 'Îran êriş dike'. Em jî rabûn û çûn jêrzemîna mizgeftekê. Me xwe li wir veşart. Densala biharê bû, her der bi kulîlkan hatibû xemlandin. Mezreya Helebceyê pir xweş bû. Lê paşê her der bû toz û dûman. Ew dîmen hîn jî di bîra min de ye."
‘SIBEHÊ HER KESÎ DIKIR HEWAR’
Kalswme Huseyn ku qala rojên komkujiyê kir, anî ziman ku ew serê sibê ji Helebceyê derketine û gihîştine herêmekê çiyayî û li wir gelek mirov kom bûne û xwe veşartine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serê sibê em gihîştin cihekî çiyayî. Me dît ku her kes li wir kom bûye û rûniştiye. Sibe bû û her kesî bi hev re dikir hewar. Ji bo ku em xwe ji gaza kîmyewî biparêzin me rûyê xwe girtibû. Me cilên stûr li ser hev li xwe kiribûn. Rûyê zarokan jî hatibû girtin; dayikan ew xistibûn bin çengên xwe û vedişartin."
‘JI EZMAN BARANA ŞÎNÊ DIBARIYA’
Kalswme Huseynê anî ziman ku sê rojan bê navber baran bariye û wiha axivî: "Sê rojan baran bariya. Em hîn bêhêvî nebûbûn, lê kal û pîran digotin 'Barana şîn dibare'. Temenê wan mezin bû û fêm dikirin ku ev ne baranek asayî ye; mîna ku nûçeyek radihandin. Wan dizanibû ku dema Iraq êrişî cihekî bike baran dibare. Lê mirovên din zêde bi vê nedizanîn. Kesî nizanibû dê çi bê serê me. Leşkerên Iraqê nedikarin bi pêş ve herin, lewma ji her alî ve bombebaran dikirin da ku kes nekaribe bikeve bajêr. Iraqê fêm kiribû ku Helebceyê winda kiriye û dixwest wê derê bi temamî tune bike. Sibê em ji bo çûyîna aliyê Hewremanê amade bûn. Lê wê kêliyê de me dît ku balafir dîsa hatin û bombebaranê dest pê kir. Ew kêlî û ew birîn îro jî di dilê min de mîna roja ewil in."
‘ZAROK JI TIRSAN DIGIRIYAN’
Kalswme Huseynê tirsa di dema bombebaranê de wiha vegot: "Piştî me bombe dît, malbat li dora zarokan kom bûn. Tirsekê mezin ketibû dilê me. Her der dilerizî. Mirovan ji bo xwe rizgar bikin berê xwe didan her alî. Êdî me nedikarî biçin Helebceyê, lewma cihê herî ewle ji bo me çiya bûn. Me jî berê xwe da çiyan. Di wê revê de her kêlî balafir li ser serê me bûn, dengê wan qet nediçû. Zarok ji tirsan digriyan û êdî nedikarîn bimeşin. Di nava wê alozî û baranê de rewş her ku diçû xerabtir dibû. Lê dîsa jî me hewl dida xwe ji bombeyan rizgar bikin."
VEGERA HELEBCEYÊ
Kalswme Huseyn behsa piştî vegera Helebceyê kir û got: "Di sala 1991’ê de em dîsa vegeriyan Helebceyê. Lê piştî vegerê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Lewra her der bi madeyên kîmyewî qirêj bûbû. Mirov diçûn ser ax û baxçeyên xwe, lê nedizanîn ku ax bi jehr e. Ji ber vê yekê gelek kes mirin. Gelek belgeyên ku nîşan didan hêzên Baasê çekên kîmyewî bi kar anîne, hatin tunekirin. Gelek belge winda bûn. Ji ber vê yekê Partiya Baasê nehate darizandin. Ji bo Helebceyê xizmetekê cidî jî nehat kirin. Mirov çi bike jî, karesatekê wiha mezin nayê jibîrkirin. Dilê Helebceyiyan hîn jî diêşe."
‘ÇIMA TIRKIYE LI HELEBCEYÊ DIBISTANAN VEDIKE?’
Kalswme Huseyn destnîşan kir ku piştî Helebceyê êrişan berdewam kir û wiha got: "Carinan mirov dibêje 'Xwezî tenê Helebce bûya'. Lê mixabin piştî Helebceyê jî gelê Kurd 9 rojan di bin bombebaranê de ma. Li çar aliyên Kurdistanê bombebaran û êrişên kîmyewî berdewam kirin. Helebce bû destpêka qirkirinekê mezin. Îro li ser Helebceyê metirsiyekê din heye. Êdî ne tenê dijminatiya leşkerî, bi rêya dibistanan jî bandorek tê avakirin. Dewleta Tirkiyeyê li Helebceyê dibistanan vedike. Divê mirov bipirse, hikûmeta Tirkiyeyê çima li Helebceyê dibistanan vedike? Îro zarokên Helebceyê bi Tirkî diaxivin. Helebce nasnameya Kurdan e; sembola berxwedana me ye. Divê Kurd xwedî li nasnameya xwe derkevin û nehêlin ev birîna dîrokî di bin bandora çandên din de winda bibe."
Kalswme Huseynê anî ziman ku ev komkujî demekê dirêj wekî "Li Iraqê çêbû" hat vegotin û got: "Dema ev komkujî çêbû gotin 'Li Iraqê bûye'. Lêbelê vir, li Kurdistanê bû û mirovên hatin qetilkirin jî Kurd bûn. Êdî nikarin Kurdan înkar bikin. Kurd li her derê hene."
Kalswme Huseynê bi bîr xist ku Komkujiya Helebceyê wekî qirkirin hatiye qebûlkirin, lê tevî vê yekê heta îro ji bo gelê Helebceyê û qurbaniyan gavên cidî nehatine avêtin û di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê Helebce neyê jibîrkirin. Divê em Enfal û komkujiyên mîna Helebceyê ji bîr nekin."
Kalswme Huseynê diyar kir ku divê Efrîn, Rojava û Serdeşt jî neyên jibîrkirin û têkoşîn were xurtkirin û got: "Divê em bi vê hişmendiyê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi her têkoşîna xwe divê hêzên navneteweyî şermezar bikin. Divê em bibin yek û têkoşîna xwe ya hebûnê xurt bikin."
‘BALAFIRÊN ŞER HÊJ JÎ LI SER SERÊ ME NE’
Kalswme Huseynê diyar kir ku Helebce li ser sînorê Îranê ye û îro jî herêm bi metirsiyên wekhev re rû bi rû ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îro jî em bi heman metirsiyê re rû bi rû ne. Lewra her roj balafirên şer ên Amerîka, Îsraîl û Îranê difirin. Dengê van balafiran bandorekê pir xerab li ser gel dike. Tenê ji malbata min 150 kesî jiyana xwe ji dest da. Hêj jî dema dengekî dibihîsim ez vediniciqim. Dema dengekî wiha tê tevahiya laşê min dilerize. Ev ne di destê min de ye. Ew tirs hîn derbas nebûye."
MA / Zeynep Durgut