Kamaç: Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd girîng e

Parve bike:

AMED - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e û banga beşdariya xurt a Newrozê kir.

 
Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ku bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" tên lidarxistin, dê ya dawî di 21’ê Adarê roja Şemiyê de li Parka Newrozê ya Amedê bê pîrzkirin. Di pîrozbahiyê de koma kemençeyê, Koma Agirê Jiyan û Alend Hazîm dê derkevin ser dikê. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, bang kir ku her kes bi rûhê yekitiyê tevli Newrozê bibe û anî ziman ku dê beşdariyekê pir xurt çêbibe.
 
YEKITÎ JI BO JIYANÊ GIRÎNG E
 
Kamaç, destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd di hedefa hêzên emperyalîst de ye û ev tişt got: "Newroza îsal xwedî girîngiyekê dîrokî ye. Ji bo paşeroja gelê Kurd Newrozekê girîng e. Ev Newroz dê bi wesîleya yekitiya demokratîk û yekitiya Kurdan were avakirin. Gelê Kurd an dê yekitiya xwe ava bike, an jî dê bibe qurbana projeya emperyalîstan a ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn. Li ser destkeftî û qirkirina Kurdan planek hatiye danîn. Plana ku li ser Rojava hatibû danîn, niha dixwazin li ser Rojhilat, Bakur û Başûr jî bixin dewrê. Ji bo vê yekitiya gelê Kurd girîng e."
 
YEKITÎ Û NEWROZ
 
Kamaç, diyar kir ku gelê Kurd li dora yekitiyê kom bûye û lîstikên emperyalîstan têk biriye û wiha pê de çû: "Rûhê yekitiyê yê li Rojava derket holê, planên wan têj bir. Pergala wan serûbin kir. Êrişên ku têkoşîna pêkvejiyana li Rojava hedef digirtin, bêencam man. Têkoşîna yekitiyê ya gelê Kurd li vir bi ser ket. Li vir carekê din derket holê ku yekitî çiqas girîng e. Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e. Newroz cejna yekitî û vejînê ye."
 
NEWROZA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ
 
Kamaç, anî ziman ku ew ê bi rûhê Newrozê li dijî pergala ku li ser înkara gelê Kurd hatî avakirin li ber xwe bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Newroza azadî, yekitî û demokrasiyê, dê bibe Newroza azadî û misogerkirina statuya gelê Kurd. Em bang li gelê xwe dikin ku bi rûhê yekitiyê li qadên Newrozê bin. Em ji bo Newroza aştî, azadî, statu û yekitiyê li benda hemû gelê xwe ne."
 
MA / Fethî Balaman
 
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.