WAN - Serokê Lijneya Rêveber a DOGUSÎFED’ê Muslum Erbay got: “Pêvajoya aştiyê ji bo civakê girîng e, divê pêvajo bi gavên demokratîk û aboriyê ve were xurtkirin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de dabû destpêkirin, ne tenê di qada siyasetê de, di derdora kar û karsazan de jî tê nîqaşkirin. Têkildarî pêvajoya ku salek li pey xwe hişt, banga hevpar a siyasetê û derdora karsazan ev e: “Divê dewlet gavên şênber biavêje.” Serokê Federasyona Karsaz û Pîşesaziyê ya Rojhilat (DOGUSÎFED) Muslum Erbay der barê pêvajoyê de axivî û ev tişt got: “Di vê pêvajoya ku dualî dimeşe de, divê mirov hin hûrguliyan ji bîr neke. Aliyek pêvajoyê zûtir bi pêş dixe, lê aliyê din ango aliyê dewletê gavan pir dereng diavêje. Helbet zerara şerê 42 salan a li ser welat, ne tenê di warê aborî de, di her warî de pir mezin e. Me berê li ser vê yekê xebatek kir. Me tespît kir ku bûdçeya di 42 salan de ji bo şer hatî xerckirin 4 trîlyon dolar e. Mirov dikare bêje ku ji sedî 90’ê zirara aborî ya vî 4 trîlyon dolarî, zirara vê herêmê ye. Me êşên mezin dîtin, lê zozanên mirovên li rojavayê welat nehatin qedexekirin, wan karibû biçin zozanên xwe û cotkariya xwe bikin. Lê li herêma me gundên hatine valakirin û zozanên qedexekirî zerarekê mezin da vê herêmê.”
‘XURTKIRINA ABORIYÊ GIRÎNG E’
Erbay bi bîr xist ku du pêdiviyên bingehîn ên herêmê hene û wiha pê de çû: “Yek ji van pêşxistina hiquqê xwişk-biratiyê ye, ya duyemîn jî xurtkirina aboriyê ye. Ji bo vê yekê erkên mezin dikevin ser milê derdora kar. Derdora kar divê di zimanê ku bi kar tîne de baldar be. Em wekî siyasetmedaran ne rehet in. Ji ber vê yekê, erka me ya herî mezin kêmkirina ferqa dahata neteweyî ya di navbera rojhilat û rojava de ye û xebata ji bo pêşketina herêmî ye. Divê em ji bo vê têbikoşin.”
‘DÎLGIRTINA SIYASETMEDARAN NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’
Erbay destnîşan kir ku dîlgirtîbûna siyasetmedarên Kurd ne li gorî rûhê pêvajoyê ye û got: “Siyaseta Kurd di raboriyê de di nava gelek dijwariyan re derbas bû û berdelên mezin da. Hêj jî gelek siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ne. Em bawer dikin ku dê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Divê li gorî rûhê pêvajoyê tevgerbigerin û siyasetmedar werin berdan. Di heman demê de, vegera şaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin ser karên xwe û vekişandina qeyûman ji bo demokrasiyê pir bi qîmet e. Siyaseta Kurd li herêmê pir xurt e, bi taybetî li Wanê DEM Partiyek heye ku 14 şaredarî jî girtine. Bi taybetî axaftin û nîqaşên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên li ser aboriyê di van demên dawî de em pir kêfxweş kirin. Divê karsaz ji bo veberhênanan werin teşvîqkirin û rê li ber wan were vekirin. Li herêmê lidarxistina komxebatên aboriyê yên ji gundan ber bi bajaran, ji xecîhî ber bi navendî pir girîng e. ”
MA / Lutfu Pala