Ji meteorolojiyê hişyariya barînên zêde
- Rojane
- |
- 16 Adar 2026 09:15
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora rewşa hewa ya 16’ê Adarê aşkera kir. Li gorî raporê, li bendê ne li bajarên Erzirom, Qers û Wanê baran û berf û li bajarên Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê jî baran bibare. Tê payin ku li bajarên Herêma Serhedê şilope û berf bibare. Midûriyetê, ji welatiyan xwest ku li dijî aşûtan û lehiyên ji ber ava berfê hişyar bin û tevdîrên xwe bigirin.