NAVENDA NÛÇEYAN - Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."
Şerê DYA-Îsraîl û Îranê li welatên herêmê belav dibe û didome. Her kes bi meraq li bendê ye ku dê encamên şer çi bin. Ji bo gelên Îranê ev rewş xwedî wateyekê cudatir e. Gelên Îranê yên ku bi salan e li dijî rejimê têdikoşin, li hemberî daxuyaniyên muzakereyê yên DYA’yê bi fikar in. Gelê Îranê bi fikar li benda encama şer e. Heke rejîm têk neçe, ne diyar e ku dê çi were serê gel. Têkildarî şerê di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, aktîvîst û Gerînendeya Giştî ya Kovara Everyday Feminism, kovarekê femînîst e ku ji bo jinên li Efxanistan û Îranê tê çapkirin Nasrin Momen, ji ajansa me re axivî.
‘PEVÇÛNA HERÎ BERFIREH A DEMÊN DAWÎ’
Nasrin Momenê diyar kir ku ev şer yek ji pevçûnên herî berfireh ên salên dawî ye ku li Îranê diqewime û ev tişt got: "Di êrişên berê yên beriya çend mehan de, bêtir herêmên diyar ên Îranê, bi taybetî Tehran û hin navendên taybet mîna navendên nukleerî dihatin hedefgirtin. Vê carê navendên ewlehiyê û hin navendên girîng ên Muhafizên Şoreşê tên hedefgirtin. Ji ber vê yekê bandora êrişan li gelek herêmên welat belav bû. Bi taybetî Tehran, herêmên rojavayê welat û hin navçeyên rojava bêtir tên hedefgirtin û ev yek li van herêman zextekê mezin li ser jiyana rojane ya mirovan çêdike. Tenê hin dikanên wekî yên xurekê vekirî ne, lê gelek kargeh û febrîqe hatine girtin. Li gelek deverên bajêr ji gel hat xwestin ku heta êriş bi dawî nebin ji malên xwe dernekevin."
‘REJÎM GEL WEKÎ DÎL BI KAR TÎNE’
Nasrin Momen3e anî ziman ku rejîm gel wekî dîl bikar tîne, dixwaze gel biherike kolanan û wiha pê de çû: "Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Kalîbaf, ji alîgirên hikûmetê xwest ku li kolanan bin û bi vî rengî bangek kir ku li cadeyan bi aweyekî girseyî kom bibin. Xebatkarên saziyên dewletê û karkerên febrîqeyan jî di bin zext û gefan de ne ku divê li ser karên xwe bin. Ji wan re hat gotin ku heke neçin ser kar, dê ji kar werin derxistin an cezayên îdarî li wan were birin. Lê wekî hûn jî dizanin, ji ber şert û mercên şer gelek kesan bajar terikandin û çûn herêmên ewletir. Piraniya gelê Îranê bi cidî dixwaze ku ev hikûmet biguhere. Mirov êdî xwe dispêrin alîkariya derve. Ji welatên biyanî alîkariyê dixwazin da ku ji vê hikûmetê xelas bibin û azad bibin."
‘TIFAQA KURDAN DIKARE JI BO KÊMÎNEYÊN DIN JÎ BIBE HÊVÎ’
Nasrin Momenê bal kişand ser rêxistinî xebatên siyasî ya Kurdan a li Îranê û got: "Çalakiyên Kurdan, li gorî neteweyên kêmîne yên din ên li Îranê, bi giştî bihêztir û birêxistin in. Kurd her dem xwedî partî û rêxistinên cidî bûn. Temenê van partî û rêxistinan bi giştî ji komên din ên siyasî yên li Îranê dirêjtir bûye. Wan her dem li gorî beşên din ên Îranê xebatên siyasî û civakî yên kûrtir û berfirehtir meşandine. Niha jî yek ji komên yekem in ku hatine cem hev û tifaqa xwe ava kirine, ev rewşek baş e. Lewre di navbera wan de jî carinan hin nakokiyên ji berê mayî hebûn û niha yekbûna wan geşedanekî erênî ye. Ev rewş dikare bibe hêvî ji bo komên din ên ku nakokî di navbera wan de hene da ku li dijî vê serdestiya olî bibin yek an tifaqekê demkî ava bikin."
‘KURDAN TENÊ MAFÊN XWE YÊN BINGEHÎN XWESTIN’
Nasrin Momenê bi bîr xist ku Kurd her dem li dijî rejîmê di nava têkoşînê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwazên Kurdan her dem naskirina mafên wan ên bingehîn wekî kêmîneyek bû. Wan xwest ku mafên wan ên civakî û siyasî bidin wan. Tu carî ji vê bêtir tiştek nexwestin û her dem bi zelalî diyar kirin ku naxwazin ji Îranê veqetin. Kurd tenê dixwazin zexta li ser wan bi dawî bibe. Kurdên li Îranê di dîrokê de li gorî komên din ên etnîkî bêtir rastî zextan hatine. Daxwazên wan gelek caran nehatine dîtin."
‘DAXWAZÊN DYA'YÊ NAYÊN ZANÎN'
Nasrin Momenê têkildarî polîtîkayên Amerîkayê wiha got: "DYA qala hilweşandina hikûmetê kiriye û qala tayînkirina siyasetmedarekî ji nava Îranê kiriye. Ev çend caran aniye ziman, tevî vê yekê jî hîn ne diyar e ku Amerîka çi dixwaze. Lê di mijara Îsraîlê de herî kêm ev zelal e ku armanca wê hilweşandina vê hikûmetê ye. Lê hikûmeta DYA'yê û Trump heta niha qala armancên cihêreng kirine, ev jî rewşê tevlihevtir dike. Hem qala hilweşandinê dikin, hem qala îxtîmala berdewamiya muzakereyan dikin."
‘MOLA JI BO LI SER DESHTILATDARÊ BIMÎNIN DÊ HER TIŞTÎ BIKIN’
Nasrin Momenê diyar kir ku Îran tevî windahiyên xwe jî dibe ku muzakereyan bike û di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li vir mesele berdewamiya hêz û desthilatê ye. Komara Îslamî û rayedarên wê her dem xwestine li ser desthilatdarê bimînin û bi kîjan rêyê pêkan be, bi wê rêyê hewl didin hebûna xwe biparêzin. Heke pêdivî hebe bi şer, heke pêdivî hebe bi muzakereyê, heke pêdivî hebe bi kuştina gelê xwe li kolanan. Ev hikûmet ji bo tepisandina gel û parastina hebûna xwe her cure rê û xefikan bi kar tîne. Mayîna rejîmê ya li ser desthilatdarê, dê bibe sedem ku gel ji ber windahiyên di çalakiyên dawî de kêmtir derkeve kolanan. Jixwe niha jî hikûmetê bi gefên curbecur û rêyên qanûnî an neqanûnî dest bi tirsandina gel kiriye. Bi hêzên leşkerî û bi hêzên ewlehiyê yên bi cilên sivîl, hewl didin gel ji her cure kombûn û protestoyan bitirsînin. Hebûna vê rejimê tê wateya berdewamiya zextên kujer."
‘HÊZÊN ÇEKDAR ÊN NE FERMÎ’
Nastin Momenê bi bîr xist ku rejîma Îranê xwedî hêzên çekdar ên ne fermî ye û wiha got: "Rejîm xwedî hêzên çekdar ên ne fermî ye ku ji bo rewşên taybet perwerde kiriye. Hin ji wan mîna endamên Besîcê perwerdeya leşkerî ya taybet dîtine, hin ji wan jî ji sûcdarên profesyonel û kesên ku ji sûcên giran mehkûm bûne pêk tên; ev kes ji girtîgehan hatine derxistin bi şertê ku tevli hêzên zextê yên hikûmetê bibin. Hikûmet van hêzan ji bo tepisandina gel û kuştinê bi kar tîne. Bi fetwayekê Rêberê Olî û bi bangekê mîna 'her tiştê hûn bikin di rêya olê de cîhad e', ew amade ne her cure sûcî bikin."
‘GELÊ ÎRANÊ ŞER NAXWAZIN’
Nastin Momenê anî ziman ku gelê Îranê bi rêyên aştiyane mafên xwe dixwazin lê rejîm çalakiyan provoke dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di gelek meş û xwepêşandanan de, mirovên ku tenê dixwest dengê wan were bihîstin, rastî tundiyê hatin. Hikûmet hin kesên bi cilên sivîl dişîne nava gel; ew zirarê didin milkên cemaweriyê û piştre hikûmet îdia dike ku ev ji aliyê çalakvanan ve hatiye kirin û tundiyekê pir girantir dike. Di meşên tevgera 'Jin, jiyan, azadî' de jî em bûn şahid ku hin welatî bi sûcdariya şewitandina qutiyên gilêşê hatin bidarvekirin. He wiha me dît ku hêzên bi cilên sivîl xwe di nava gel de vedişêrin û di nava qelebalixiyê de mirovan bi kêran qetil dikin. Hin vîdyo nîşan didin ku hikûmetê hin hêzên xwe şandine nava gel û mirov kişandine cihên bi xefik û li wir ew girtine an jî qetil kirine."
MA / Bêrîvan Kutlu