Li Îranê şer di roja 17’an de ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 17’an de didome. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan kir.

 
Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 17’an de didome. Bi taybet jî di saetên êvarê de êriş dijwartir dibin. Di encama operasyoneke hevpar a hêzên DYA û Îsraîlê ya li dijî Îsfehanê de tesîsek hedef hate girtin. Çavkaniyên herêmî got ku di êrişê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hêzên DYA’yê, li Kerkûkê jî mewziyên Heşdî Şebî hedef girt. Hat ragihandin ku li Bexdayê jî dengê teqînan hate bihîstin. Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê, 6 caran bi moşek û dronan hedef hate girtin. 
 
Êriş, ji hêla Hêzên Berxwedanê yên Îslamî ku li nêzî sînorê Îranê çalak in ve hatin kirin. Hinek êriş ji hêla pergala parastina hewayî ve hatin astengkirin. Di balafirgehê de tu ziyan çênebûn. Hat ragihandin ku Îranê jî li dijî van êrişan, bi moşekên balîstîk êrişî Tel Avîvê kir. Hat zanîn ku hinek fuze li navenda bajar ketine. 
 
GEFA TENGAVA HURMUZÊ
 
Serokê DYA’yê Donald Trump bi daxuyaniyeke nû ragihand ku dibe ku Tengava Hurmuzê di demekî nêz de bê girtin. Trump, di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hêza leşkerî ya Îranê di astekî bilind de hatiye şikandin û got: “Me Îran bi temamî têk bir.” Trump, anî ziman ku ew naxwazin bi Îranê re tu peymanan mohr bikin û wiha domand: “Ji bo em rûnin ser maseyê divê şert û merc pir baş û saxlem bin.” Trump, di mijara ewlehiya Tengava Hurmuzê de bang li şirîkê xwe kir û got ku mîna alîkariya dane Ûkraynayê, niha jî li vir alîkariyê bidin wan. 
 
Fermandarê Hêzên Deryayî ya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Alireza Tangsiri jî got: “We carekê Îran bi Tengava Hurmuzê ceriband. Heke kontrola aqilane ya tengavê îndeksa bihayê petrolê ya nû dabe, dê êrişa li dijî Girava Harkê hevkêşeyeke pir tirsanaktir di mijara bihayê enerjiyê û belavkirina wê de bide.” 
 
LI ÎRANÊ BINÇAVKIRIN DIDOMIN
 
Midûrê Giştî yê Emniyetê yê Îranê Ahmed Riza Radan, daxuyand ku di demên dawî de bi sûcdariya “sîxûriyê” gelek kes hatine binçavkirin. Radan, da zanîn ku ji destpêka êrişa DYA û Îsraîlê heta niha 500 kes bi vê îdiayê hatine binçavkirin û got: “Ji van 250’an jê têkildarî ji bo li televîzyona Îran Internationalê were xistin îstîxbarat kom dikir, têkiliya wan bi komên milîtan re heye û hewl didan pergala cemaweriyê xerab bikin.” 
 
Bihayê petrolê ku di hefteya ewil a şer de bi 67 dolaran dest pê kir, di hefteya duyemîn de bû 104 dolar. Niha jî di destpêka hefteya sêyemîn de derket 106 dolaran. Şîrovekar dibêjin ku bihayê petrolê dê zextê li Trump bikin ku têkçûnê qebûl bike û dê bihayê petrolê kêm nebe. 
 
ROJHILAT
 
Di serî de Seqiz, li dijî gelek noqteyên stratejîk ên li Rojhilat êrişên hewayî hatin kirin. Baregehên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û navendên wan ên lojîstîkê hedef hatin girtin. 
 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê jî di serî de gelê Azerî, bang li hemû gelên li Îranê kir û got: “Em li ser bingeha mafên hevpar û rêveberiyeke demokratîk a ne navendî bi hev re tevbigerin.” 
 
Nûçeyên Têkildar
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 20’an de ye: Trump dîsa gef xwar
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 20’an de ye: Trump dîsa gef xwar

Şerê Îran û DYA-Îsraîlê di roja 20’an de didome. Îsraîlê dîsa li dijî rayedarên payebilind ên Îranê êrişên suîqestê kir. Îranê jî êrişên xwe yên li dijî welatên Kendavê domand.

Şerê Îran, Îsraîl û DYA’yê di roja 19’emîn de ye
Şerê Îran, Îsraîl û DYA’yê di roja 19’emîn de ye

Êrişên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, di roja 19’emîn de didome û li Îranê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Di heman demê êrişên Îranê yên li dijî Îsraîl û welatên Kendavê bi xwe re xetereya şerê herêmî roj bi roj zêde dike.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome û ji duh ve her du aliyan gelek noqteyên leşkerî û aborî hedef hatin girtin.

Rojnameger Ozdemîr: Di vê qonaxê de DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe
Rojnameger Ozdemîr: Di vê qonaxê de DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin. Êriş, her ku diçe li welatên herêmê belav dibe û windahiyên leşkerî û sivîl zêde dibin.