Pakistanê li Efxanistanê xist: 400 kes mirin, 250 kes birîndar bûn
- Rojhilata Navîn
- |
- 17 Adar 2026 09:32
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistanê li dijî Efxanistanê êriş pêk anî. Di êrişê de herî kêm 400 kes hatin kuştin û 250 kes jî birîndar bûn.
Pakistanê, li dijî paytexta Efxanistanê Kabîlê ku di dawiya meha Sibatê şer ragihandibû, êriş pêk anî. Hat ragihandin ku di êrişê de navendeke rehabîlîtasyonê ya têkoşîna li dijî tiryakê hate xistin. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dan û 250 kes jî birîndar bûn.
Pakistanê îdia kir ku li tesîsa tenduristiyê nexistiye û îdiaya xwe wiha domand: “Tesîsên leşkerî û binesaziya piştgiriyê dide terorîstan ên li Kabîl û rojhilatê Nangarharê hedef hatin girtin.”
Li gorî rayedarên nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê nêzî 2 hezar kes dihatin tedawîkirin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Efxanistanê Şerafat Zaman Amarkhail, ji BBC’ê re axivî û got ku tu tesîseke leşkerî li dora nexweşxaneyê nebûn.