NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 18’an de berdewam dike.
Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de, di roja 18’an de didome. Îranê ragihand ku şevê din li dijî Îsraîlê pêleke mezin ê moşekan daye destpêkirin. Hat ragihandin ku cara ewil Îranê moşekên balîstîk ên stratejîk a bi cureya “Sîccîl”ê bi kar anî. Hat ragihandin ku ev moşek gihiştiye heta nîva Îsraîlê. Ji Tel Avîvê heta Şerîaya Rojava li seranserî Îsraîlê dengê sîrenan hat û moşekên li hin jîngehan ketin, rê li ber xesarên madî vekir.
Hêzen hewayî yên Îsraîlê jî ji Tehranê heta Tebrîz û Şîrazê, li sê herêman bi awayekî hemwext êrişên hewayî pêk anî. Hat ragihandin ku DYA û Îsraîlê zexta li ser tesîsên hilberandina moşekan a Îranê û binesaziya nukleerê çêkiriye û li Îsfehan û Şahrudê tesîs hedef hatine girtin.
LUBNAN
Weke baskekî şer, bombebarana Îsraîlê ya li dijî hedefên Hîzbullaha li Lubnanê berdewam kir. Li Lubnanê ku Îsraîlê operasyona bejahî daye destpêkirin, artêşa Îsraîlê ji bo berfirehkirina dagirkeriya li başûrê Lubnanê sînor derbas kir û ragihand ku dest bi êrişên bejahî kiriye. Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji çar baskan ve dest bi êrişan kiriye û li herêma ser sînor car bi car bi Hîzbullahê re pevçûn rû didin. Her wiha hate ragihandin ku li herêma Hiyamê ya li başûrê Lubnanê jî şerekî mezin dest pê kiriye û hêzên Îsraîlê dest bi tearûzê kirine.
MILYONEK KES JI CIH Û WARÊN XWE HATIN KIRIN
Li dijî van êrişan, Hîzbullahê jî gelek roket avêt herêmên Celîle û Nahariye yên li bakurê Îsraîlê. Hat zanîn ku hin roketên hatine avêtin li cihên jîngehan ketine û rê li ber xisarên madî vekiriye. Bi dijwarbûna pevçûnan re hejmara kesên li Lubnanê ji cih û warên xwe bûne derket milyonekê.
ROJHILAT
Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê, hedefên stratejîk, baregehên leşkerî û depoyên muhîmatê yên li rojhilatê Kurdistanê hedef girt. Di êrişên li herêma Sineyê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina AVakirina Jiyana Civakî ya Amerîkayê (CPT), têkildarî êrişên hêzên Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li Iraqê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. CPT’yê, da zanîn ku Artêşa Muhafizan a Şoreşa Îranê û komên girêdayî wan, ji 28’ê Sibatê heta niha 307 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kirine.
KÊ ÇI GOT?
Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Hamaney, got ku dê êrişên wan ên li dijî baregehên DYA û Îsraîlê didomin û Tengava Hurmuzê jî dê girtî bimîne. Serokê DYA’yê Donald Trump, ji bo Îranê got “pilingê ji kaxiz” û rayedarên Îranê jî gotin ku dê êrişên wan ên li dijî DYA’yê bidomin.
Almanya, Ingilistan û Îtalyayê, daxwaza Trump a ji bo hevkariya di mijara Tengava Hurmuzê de qebûl nekir. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu jî ji bo gelê Îranê peyamek parve kir, rêveberiya heyî hedef girt û got ku dê êrişên li dijî hedefên stratejîk ên li Îranê bidomin.
Ajansa nûçeyan a Axiosê ya navenda wê DYA, di nûçeyeke xwe ya dispêre rayedarên DYA’yî de îdia kir ku deriyên ji bo hevdîtina yekser a di navbera Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYA’yê Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî de vebûne. Arakçî, li ser hesabê xwe yê X’ê ev îdia derewand.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî li ser hesabê xwe yê X’ê got ku têkildarî êrişan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye, Îranê şer nedaye destpêkirin û parastina li dijî êrişan jî mafekî xwezayî ye.