HRANA: Di 24 saetan de 21 kes hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê ragihand ku di encama êrişên 24 saetên dawî yên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 31 sivîl jî birîndar bûne. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), têkildarî bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li 17 bajaran herî kêm 243 êriş hatine kirin û di van êrişan de 36 navendên leşkerî, baregehên Muhafizên Şoreşa Îranê, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên petrolan û tesîsên enerjiya nukleerî hedef hatine girtin. 
 
HRANA’yê got ku di encama êrişên 24 saetên dawî de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 31 sivîl jî birîndar bûne. Hate gotin ku êriş bi taybet jî li Tehran, Sistan-Belucistan, Bender Abbas, Arak, Kum, Kirmaşan, Hemedan, Tebrîz û Ehwazê zêde bûne. 
 
Her wiha, hat gotin ku ji destpêka êrişên Îsraîl û DYA’yê heta niha 207 jê zarok bi giştî hezar û 351 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.