NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtorê malpera Dengê Girtiyan Shahrokh Tavakolî diyar kir ku bi destpêkirina şer re, hêzên taybet di girtîgehan de hatine bicihkirin, îşkence zêde bûye, deriyên qawişan bii hev ve hatine kelijandin, peywendî hatine birîn û di gihîştina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin û avê de pirsgirêkên mezin derketine.
Girtîgehên rejîma Îranê ku ji berê ve bi navûdengiya xwe ya xerab tên naskirin, piştî êrişên DYA-Îsraîlê ji bo girtiyan veguherîne dojehê. Edîtorê malpera Dengê Girtiyan Shahrokh Tavakolî balê kişand ser binpêkirinên mafên mirovan di girtîgehan de, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev tişt got: “Girtî di demên şer û krîzên ewlehiyê de bûn koma herî bêparastin; ji ber ku derfeta wan a çûnê an jî parastina mafên wan nîn e. Piştî destpêkirina şer û bombebaranê, hem di civakê de hem jî di nava malbatên girtiyan de fikarên mezin çêbûn. Saziyên mafên mirovan bang kirin ku Biryara hejmar 211 a Konseya Bilind a Darazê were sepandin. Li gorî qanûnê; di rewşên awarte yên şer de divê daraz ji bo parastina jiysns girtiyan tevdîran bigire û girtiyan bi şert an jî bi kefaletê berde an jî veguhêze cihên ewle. Lê rejîmê li şûna vê biryarê, zextên li ser girtiyan hîn zêdetir kir.”
HÊZÊN NOPO SEWQÎ GIRTÎGEHAN HATINE KIRIN
Tavakolî destnîşan kir ku girtî ji mafên xwe yên herî bingehîn jî bêpar hatine hiştin û wiha pê de çû: “Girtî nagihîjin xizmetên tenduristiyê, ceyran, av û gaza girtîgehan tê birîn. Rejîmê hêzên xwe yên taybet ên bi navê NOPO (Hêzên Taybet ên Muhafizên Şoreşê) şandine girtîgehan da ku çalakiyên gengaz ên girtiyan bitepisînin. Di gelek girtîgehan de derî bi hev hatine kelijandin da ku girtî nekarbiin birevin. Jiyana girtiyan di metirsiyê de ye. Digel xetereya bombebaranê, ji ber hilweşîna pergala îdarî ya girtîgehan, di peydakirina xwarin û kelûpelên paqijiyê de pirsgirêkên giran rû dane. Bi taybetî ragirtina girtiyên siyasî di bin bombebaranê de, sûcekî mirovahiyê ye.”
Tavakolî anî ziman ku girtî ji wî re peyam dişinin û got: “Girtiyekî ji me re ragihand ku piştî êrişekî li derdora girtîgehê, hin girtiyan xwestine birevin, lê hêzên NOPO bi çekên otomatîk, tivingên nêçîrê û gaza îsotê rê li ber wan girtiye û ji wê demê ve şertên jiyanê gelekî dijwar bûne.”
‘KANTÎN HATIN GIRTIN’
Tavakolî diyar kir ku kantînên girtîgehan hatine girtin û wiha pê de çû: “Bi şer re pergala rêveberiya girtîgehan hilweşiya. Gelek wezîfedar û personelên girtîgehan ji tirsa bombebaranê cihên xwe terikandin. Niha kes berpirsiyarê pêdiviyên girtiyan nîn e, girtî bi serê xwe mane. Beriya şer, kantînan beşekê piçûk a pêdiviyên girtiyan dabîn dikirin, lê niha ew jî girtî ne. Raporên me hene ku girtî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Di gelek girtîgehan de tenê danekî xwarinê yê kêm tê dayîn. Nexweşî di nava girtiyên jin û kal de belav bûye, derman û tedawî nayên dabînkirin.”
‘HEJMARA GIRTIYAN JI KAPASÎTEYÊ PIR ZÊDETIR E’
Tavakolî destnîşan kir ku zext herî zêde li girtîgehên Qezel Hesar, Mehabad û Girtîgeha Mezin a Tehranê zêde bûne û got: “Di Qawişa 1’emîn a Hêwana 3’yemîn a Girtîgeha Gonbad-Kavosê de zêdetirî 3 hezar û 160 girtî hene, lê kapasîteya vê beşê tenê 460 kes e. Li girtîgeha Aharê girtî li korîdor û hêwanên werzişê radizên. Girtiyên li Girtîgeha Evînê şandin Girtîgeha Mezin a Tehranê û di qawişên 20 kesî de 50 kes hatine bicihkirin. Girtiyên siyasî, girtiyên edlî, nexweş, kal û ciwanên di bin 18 saliyê de, di heman cihî de ne.”
‘MALBAT AGAHIYÊ JI GIRTIYAN WERNAGIRIN’
Tavakolî diyar kir ku peywendiya malbatan bi girtiyan re hatiye birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat her roj diçin ber deriyê dadgeh û girtîgehan, lê tu bersivê wernagirin. Peywendiyên telefonê hatine qutkirin. Telefonên girtîgehê xira bûne û derfeta barkirina kontoran nîn e. Dîtinên rûbirû ji ber şer hatine astengkirin. Malbat bi fikar in ku rejîm girtiyan bidarve bike. Ev bêagahdarî fikarên civakî kûrtir dike.”
Tavakolî bal kişand ser girtinên kêfî yên di dema protestoyan de û got: “Rejîm van girtiyan wekî dîl digire da ku gel carekî din neherike kolanan. Agahiya me ji cihê gelek girtiyan nîn e.”
Tavakolî destnîşan kir ku rejîmê di hin herêman de kesên cezayê wan di bin salekê de ye tehliyekiriye, lê girtiyên siyasî di nava vê de nîn in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîktatoriya Welayetê Faqîh ku dixwaze heta kêliya dawî ya desthilata xwe zextê li civakê bike, qet naxwaze girtiyên siyasî serbest berde. Îstîxbarata Pasdaran û Wezareta Îstîxbaratê guh nadin tu qanûnan. Ev du saziyên ku qanûnên xwe yên darazê jî binpê dikin, gelekî xeternak in. Jiyana girtiyan di bin metirsiyekê mezin de ye.”
MA / Bêrîvan Kutlu