Malbatên Girtiyan: Pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye

Parve bike:

MÛŞ - Bavê girtî Ferhat Ozer Alpaslan Ozer diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan di girtîgehan de berdewam dikin û got: "Pêvajoyê tu bandor li girtîgehan nekiriye. Zilmekê hîn zêdetir tê kirin."

 
Tevî ku salek di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye jî, di rewşa girtiyên li girtîgehan de tu guhertin çênebûne. Di raporên mafên mirovan de bi her awayî tê xuyakirin ku li şûna gavên baş ên ku dihatin payîn, berevajiya wê rewşek tê jiyîn. Malbatên girtiyan bi her fersendê tînin ziman ku pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye.
 
Alpaslan Ozer anî ziman ku kurê wî Ferhat Ozer bêyî daxwaza wî ji Girtîgeha Wanê sirgûnî Girtîgeha Dumlu ya Erziromê hatiye kirin û ev tişt got: "Şert û mercên Girtîgeha Wanê li gorî ya Erziromê çêtir bûn. Şaredariyê li ber deriyê Girtîgeha Wanê avahiyek mezin çêkiribû, malbat li wir rûdiniştin. Lê li Erziromê tu li derve dimînî. Av tune ye. Dema em dikevin hundir, pêlav û kincên me didin derxistin. Kurê min di Girtîgeha Hejmar 2 a Dumlu de tê ragirtin. Li wir tenê 2 saetan wan derdixin hewşê. Xwarinên wan ne baş in. Ji gardiyanan bigire heta cendirmeyan, cihekî xerab e. Wekî dijmin li mirovan dinêrin. Nêzîkatiya wan a li hemberî girtiyan jî wisa ye. Lê girtî bêguman serî natewînin. 3 meh cezayê telefonê danê. Di girtîgehê de mehekê ketin greva birçîbûnê. Em diçin û tên, lê ji ber şertên zivistanê ev 3 meh in em neçûne. Pêvajoyê tu bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye."
 
‘JI BO AŞTIYÊ GAV BAVÊJIN’
 
Ozer bertek nîşanî dewletê da ku di çarçoveya pêvajoyê de çi di girtîgehan de çi jî di qadên din de tu gav neavêtine û wiha pê de çû: "Banga min ev e: Bila dewlet gav biavêje. Li çiyê bi hezaran mirov hene. Heke gav neyên avêtin ev mirov nayên. Madem aştiyê dixwazin, bila gavan biavêjin. Em baweriyê bi Serok tînin, lê em baweriyê bi dewletê nayînin."
 
‘LI SER GIRTIYAN ZILM HEYE’
 
Dayika Ferhat Ozer Ayşe Ozerê jî xwest ku girtî bên berdan û tehde li malbatan neyê kirin û wiha axivî: "Zilmê li girtiyên me dikin. Xwarinê nadin, wan tedawî nakin. Pirsgirêkên mezin ji bo me derdixin. Şertên qqwişan pir xerab in. Hêviya min ji pêvajoya aştiyê ew e ku girtî bên berdan, Serokê me bê berdan. Ez dixwazim Kurd bibin yek."
 
‘BILA GIRTÎ BÊN NAVA MALBATÊN XWE’
 
Veysi Babahan jî diyar kir ku kurê wî Bîlal Babahan li Samsunê girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn û ev tişt got: "Çûn û hatina Samsunê dijwar e. Em tenê di cejnê de dikarin herin. Ez û diya wî carekê çûn serdanê. Di vê cejnê de jî em ê herin. Di dosyaya wî de ew wekî ‘rêveberê rêxistinê’ nîşan dane, lê ew beşdarî tu çalakiyan nebûbû. Em aştiyê dixwazin. Ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo her kesî û ji bo Tirkiyeyê dixwazin. Ez ji pêvajoyê bi hêvî me. Em hêvî dikin ku girtî bên berdan. 3 zarokên Bîlal hene. Em hemû aştiyê dixwazin. Înşellah her kes bê berdan û bên nava malbata xwe."
Nûçeyên Têkildar
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiyê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik û ku dema sewqkirina nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tundî lê hatibû kirin, serî li ÎHÎK’ê dan.

Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh
Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh

Edîtorê malpera Dengê Girtiyan Shahrokh Tavakolî diyar kir ku bi destpêkirina şer re, hêzên taybet di girtîgehan de hatine bicihkirin, îşkence zêde bûye, deriyên qawişan bii hev ve hatine kelijandin, peywendî hatine birîn û di gihîştina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin û avê de pirsgirêkên mezin derketine.

Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.