Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
- Rojane
- |
- 19 Adar 2026 16:35
- |
EDENE - Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Volkan Eryîgît ku di sala 2004’an de li Edeneyê dema nûçe dişopand tevî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê hat bibîranîn. Malbata Eryîgît, xebatkarên Çapemeniya Azad û pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê tev li bîranînê bûn. Li ser gora Eryîgît dua hatin kirin û deqeyek rêz hate girtin.
Piştre jî bavê Eryîgît, Aydin Eryîgît axivî û got ku ew ê bibin şopdarên têkoşînê û ji bo bîranînê spasî kir. Hevsrokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî di şexsê Volkan Eryîgît de hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got dê têkoşîna wan bidomînin.
Piştî axaftinan, beşdaran gul danîn ser gora Eryîgît û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Nûçeyên Têkildar
DFG: Di her qadê de zext li rojnamegeran tên kirin
DFG’ê di rapora xwe ya meha Nîsanê de diyar kir ku li her qadê zext ser rojnamegeran hene û dane parve kir.
- Rojane
- 12:01 05
Rêxistinên çapemeniyê: Parastina mafê agahîgirtinê yê gel sûc nîne
Rojnamegeran, diyar kir ku rojnamegerî sûc nîne û berpirsyartiyeke civakî ye. Her wiha banga berdana rojnamegerên girtî kirin.
- Rojane
- 13:22 03
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.
- Rojane
- 09:38 16/3
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.
- Rojane
- 10:31 12/3
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
- Rojane
- 10:56 10/3