Xewna zarokatiya xwe pêk tîne

Parve bike:
COLEMÊRG - Esra Er, bi dirûtina cilên gelêrî hem debara xwe dike hem jî çanda Kurdî zindî dihêle. 
 
Esra Er ku li Colemêrgê dikanek ji bo dirûtina cilên gelêrî vekiriye, armanc dike ku ji bo jinên din ên li bajêr bibe îlham. Esra Er ku ev pîşe ji dêya xwe hîn bûye û xewna wê ya zarokatiyê bûye, bi demê re pêşxistiye û ji ber derfetên kar ên kêm û bêkariya hevjînê xwe, kargeha xwe vekiriye. Ew bi dirûtina cilên gelêrî hem debara xwe dike û hem jî ji bo ku ev çand winda nebe dixebite.
 
Esra Erê diyar kir ku xewna wê ji zarokatiyê ve dirûtina cilên gelêrî bûye û got ku dêya wê berê ev kar kiriye û ew jî ji wê fêr bûye. Esra Erê got: "Min ev cihê kar hem ji bo zindîkirina çanda me û hem jî ji bo debara xwe vekir. Min dixwest pereyên xwe qezenc bikim û muhtacî kesî nebim. Divê hemû jin wiha bin. Jin hewce ne ku li ser pêyên xwe bisekinin. Ez dixwazim zarokên min bi heman çandê bijîn û fêr bibin. Ev çanda me ye, ez dixwazim wê zindî bihêlim. Derfetên kar li cîhekî wekî Colemêrgê pir kêm in."
 
'DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN'
 
Esra Erê anî ziman ku jin dikarin bi hilberînê debara xwe bikin û got ku ji bo bidestxistina serxwebûna aborî divê jin bêtir têbikoşin. Esra Erê got: "Çanda me pir dewlemend e; divê jin hem di dirûtinê de û hem jî di firotina cilên gelêrî de pêşengiyê bikin."
 
Esra Erê bang li hemû jinên li Colemêrgê kir û got ku ew dikare perwerdehiya dirûtina cil û bergan bide kesên ku dixwazin hîn bibin.