DÎLOK - Serokê Şaxa ÎHD a Dîlokê Bahrî Ogûz ku li ser "mafê hêviyê" axivî, got: "Mafê hêviyê ne tenê mafekî takekesî ye, di heman demê de ji bo vekirina rêyên diyaloga civakî jî pir girîng e."
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê Parêzer Bahrî Ogûz, li ser "mafê hêviyê", rewşa girtiyên nexweş û çareseriyên pirsgirêka Kurd axivî.
'MAFÊ HÊVIYÊ' DÊ RÊYÊN DIYALOGÊ VEKE
Ogûz der barê "Mafê Hêviyê" de ku mijarek di rojeva rêxistinên hiqûqî de ye axivî û diyar kir ku ev mafeke qanûnî ye ku girtiyên ku cezayê muebbedê yê girankirî wergirtine piştî demeke diyarkirî azadiya xwe bi dest bixin. Ogûz destnîşan kir ku paşguhkirina vî mafî, tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, li dijî pêdiviyên civaka demokratîk e. Ogûz got: "Mafê hêviyê ne tenê mafekî takekesî ye, di heman demê de ji bo vekirina rêyên diyaloga civakî jî pir girîng e. Naskirina vî mafî mifteyek e ji bo vekirina rê li ber tiştê ku em jê re dibêjin 'pêvajoya diyalog û çareseriyê'."
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Ogûz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û destnîşan kir ku raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ên ku dibêjin "ew dikarin di girtîgehê de bimînin" rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê vedikin. Ogûz diyar kir ku mirina girtiyên nexweş ji ber ragirtina wan a dirêj ne tenê ji ber kêmasiya qanûnî ye û di heman demê de ji ber nebûna îradeya desthilata siyasî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkê ye jî.
Ogûz anî ziman ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo avakirina aştiya civakî pir girîng e û bi bîr xist ku mafê aştiyê bingeha têkoşîna 40 salî ya ÎHD'ê ye. Ogûz destnîşan kir ku divê gavên berbiçav û dilniyaker ji bo çareseriyê werin avêtin û gavên lezgîn ên ku divê werin avêtin wiha rêz kir:
* "Divê Qanûna Dijterorê (TMK) ku 'rejîmeke bêaramiyê' diafirîne, tavilê bê betalkirin.
* Divê pêkanîna tayînkirina qeyûman bi dawî bibe û hevşaredarên ku îradeya wan hatiye desteserkirin, ji nû ve vegerin ser karên xwe.
* Divê siyaseta girtina girtiyên nexweş bê terikandin û divê serbestberdana wan tavilê bê misogerkirin.
* Divê siyaseta bêcezatiyê bi dawî bibe û divê Komîsyonên Heqîqetê bên avakirin da ku bi rabirdûyê re rû bi rû bimînin."
Ogûz di dawiyê de destnîşan kir ku heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Tirkiyeyê mirov nikare behsa rejîmeke rastîn a mafên mirovan bike.