'Ji bo aştiyeke birûmet divê her kes rola xwe bilîze'

Parve bike:
AMED - Dayika du girtiyan Fatma Surmeyê diyar kir ku dewlet divê di gelek mijaran de, bi taybetî jî di warê girtîgehan de, gavên lezgîn bavêje û got: "Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet rola xwe bilîze."
 
Fatma Surme (69), dayika du girtiyan ku ji ber sedemên aborî neçar maye ji Amedê koçî Îzmîrê bike û jiyana wê li ber deriyê girtîgehan derbas bûye, destnîşan dike ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk negihîştiye girtîgehan. Piştî ku di sala 1993'yan de ji Amedê koçî Îzmîrê kiriye, Fatma Surmeyê hewl daye bi hevjînê xwe û 13 zarokên xwe re jiyaneke nû ava bike, lê di serdegirtinên malan de ku piştî teqîna di dema derbasbûna wesayîta polîsan de li Îzmîrê di sala 2008'an de pêşî 5 kurên wê û hevjînê wê hatine binçavkirin û dû re jî bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatine girtin. Fatma Surme, digel zarokên xwe, salekê bênavber her hefte çûye serdana 5 kurên xwe û hevjînê xwe. Fatma Surme, dema ku ji bo piştgiriya zarokên xwe xebitiye, di heman demê de beşdarî xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê jî bûye. Serdanên girtîgehê yên Fatma Surmeyê ji wê rojê heta îro ji bo kurê Bunyamîn ku 18 sal in girtî ye û Ahmet ku 11 sal in girtî ye, berdewam dikin.
 
REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ
 
Fatma Surmeyê diyar kir ku kurê wê Bunyamîn Surme 18 sal in di girtîgehê de ye û got: "Li Îzmîrê hat girtin û niha li Çorlûyê ye. Madeya wî diêşe, ji çavê xwe emeliyat bûye û li pişta wî jî herniya dîskê heye. Ji ber ku ew her tim tên veguhastin, carinan dema ku em diçin serdana wî ew li wir nîne." Fatma Surme bilêv kir ku kurê wê yê din, Ahmet, zêdetirî 11 sal in di girtîgehê de ye û tenduristiya wî roj bi roj xirabtir dibe. Fatma Surmeyê wiha domand: "Kurê min li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê di hucreyeke yekkesî de ye. Ji çav, gurçik û çokên xwe nerihet e. Cara dawî ku min ew dît, pir zihîf bûbû. Ji min re dibêje ku ew werzîşê dike, lê ez dizanim ku rewşa wî ne baş e."
 
LI DÛRA NE, NIKARE WAN BIBÎNE
 
Fatma Surmeyê diyar kir ku mafên hevdîtinê tên astengkirin û got: "Em çûn Tekîrdagê, lê ji ber ku rojên hevdîtinê cuda bûn, me nekarî Ahmet bibîne. Min herî dawî di destpêka sala borî de ew dît; sal û nîv e min ew nedîtiye. Ger ew nêzîktir bûna,qet nebûya ez ê biçûma cem wî." Fatma Surmeyê her wiha got ku xwegihandina dermankirinê ya girtiyên nexweş li girtîgehan dijwar dibe û got: "Heta dema ku ew wan dibin cem bijîşk jî, bi kelepçeyan dibin. Ne li hundir û ne jî li derve rihetî tune. Dema ku ew telefon dikin, ew nikarin tiştekî baş bibêjin."
 
'EM AŞTIYEKE BIRÛMET DIXWAZIN'
 
Fatma Surmeyê destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk negihîştiye girtîgehan û got: "Me ev pêvajo da destpêkirin, ne dewletê. Me ji dewletê tu gavên erênî nedît. Zilm û zordarî li ser hemû girtiyan berdewam dike." Fatma Surmeyê diyar kir ku divê her kes di avakirina aştiyeke birûmet de rola xwe bilîze û got: "Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em yekîtiya Kurdan dixwazin. Em jî mirov in; zimanekî me, çandeke me, axa me heye. Em xwediyê vê axê ne. Encama vê pêvajoyê divê aştî û yekîtiya Kurdan be."
 
Fatma Surmeyê diyar kir ku divê dewlet di gelek waran de, bi taybetî der barê girtîgehan de, gavên bilez bavêje û got: "Divê girtiyên nexweş serbest berdin. Ji van kesan çi dixwazin? Cenaze ji girtîgehan derdikevin. Divê zarokên me di zindanan de nerizin."