Berwarî: Di şerê DYA-Îsraîl û Îranê de Kurd ne bêçare ne

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku di şerê DYA-Îsraîl û Îranê de Kurd ne bêçare ne û got: “Nîşan hene ku di rojên pêş de dê êriş zêde bibin, lewma divê siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê li gorî vê tevbigerin. Ger yekitî pêk bê, gel dê heta dawiyê li dijî êrişan li ber xwe bide.”

 
Êrişên ku DYA û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabûn destpêkirin, bi agirbesteke demkî berdewam dikin. Şerê ku heta îro bi êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê û moşekên Îranê dihat berdewamkirin, di serî de welatên Kendavê, li erdnîgariyeke fireh a Rojhilata Navîn bandoreke kûr a aborî, siyasî û leşkerî kir. Yek ji welatên ku herî zêde bandor bû jî Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Di vê pêvajoyê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi giştî bi 703 moşek û dronan êriş hatin kirin. Di van êrişan de 17 kesî jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn.
 
Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk a li Herêma Federe ya Kurdistanê Akademîsyen Kamûran Berwarî, der barê sedemên kişandina Kurdan a nav vî şerî û bandorên şer ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê de axivî.
Berwarî diyar kir ku şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê şerekî stratejîk e û armancên aborî, olî, leşkerî, psîkolojîk û siyasî yên vê yekê hene. Berwarî anî ziman ku ev şer daxwaza sermayedarên kûrewî ye û ev tişt got: “Ev êriş ji mêj ve hatine plankirin û bi salan amadekariya wan hatiye kirin. Ji sala 1979’an ji guhertina rejimê ya li Îranê û vir ve, amadekariyên van êrişan tên kirin. Nebûna îstîqrar û demokrasiyê li Îranê rê li ber van êrişan vekir. Bi van êrişan tê xwestin ku Îran a xwedî pozîsyoneke stratejîk e, bê teslîmgirtin. Îran jî dixwaze bêyî teslîmbûn ji vî şerî derkeve û hîn xurttir bibe.”
 
‘KURDAN SIYASETEKE BIAQIL MEŞAND’
 
Berwarî destnîşan kir ku êrişên heyî bandoreke kûr li gelên herêmê dikin û wiha axaftina xwe domand: “Kurd li erdnîgariyeke berfireh belav bûne. Her çend Kurdên li Rojhilat ji êrişan herî zêde bandor bûbin jî, Kurdên li herêmên din dijîn jî mexdûrên mezin ên vî şerî ne. Ji başûrê Rûsyayê heta Azerbaycan, rojhilatê Tirkiyeyê û Efxanistanê, erdnîgariyeke berfireh Kurdistan e. Hêzên hegemon bi her awayî dixebitin ku Kurdên li ser vê erdnîgariya fireh bibin aliyekî vî şerî. Lê li hemberî vê, Kurdan siyaseteke biaqil meşandin. Kurd nebûn parçeyekî vî şerê sermayedarên cîhanî ku hatibû plankirin. Li hemberî vê, Başûrê Kurdistanê bû hedefa êrişan. Tevî ku hinek bixwazin Kurdan bikişînin navenda şer jî, ev yek bi ser neket. Ger Kurd beşdarî nav vî şerî bibana, destkeftiyên wan dê biketana xetereyê.”
 
‘KURDAN JI DÎROKÊ DERS GIRT’
 
Berwarî anî ziman ku Kurd di vî şerî de li kîjan alî cih bigirtana dê winda bikirana û destnîşan kir ku Kurdan ji dîrokê ders girtin. Berwarî got ku Kurd ne Kurdên sed sal berê ne û wiha pê de çû: “Kurdan pêvajoyên giran derbas kirin. Kurd ne bêçare ne û ne mecbûrî kesî ne. Kurd ne mecbûr in ku bibin hêza bejayî ya sermayedarên kûrewî. Kurd zêdetirî 300 sal in êşa alîgiriya di navbera Osmanî û Sefewiyan de dikişînin. Lewma divê Kurd di vî şerî de nebin alî. Lê divê Kurd ji bo her senaryoyekê amade bin. Divê deriyên siyaset, diyalog û dîplomasiyê heta dawiyê bên vekirin. Kurd divê ji bo berjewendiyên xwe bi her kesî re di diyalogê de bin û gavên xwe li gorî vê biavêjin.”
 
‘KOMPLO BERDEWAM DIKE’
 
Berwarî diyar kir ku Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi hevpeymaniyek siyasî bersiv dane lîstikên li ser wan tên lîstin û got: “Kurdan heta îro êşa nebûna yekitiyê gelekî kişand. Îro hebûna hevpemaniyek siyasî di navbera partiyên Kurd de hêviyê dide. Lê divê ev hevpeymanî ne tenê di qada siyasî de, di her qadê de pêk bê. Divê hemû Kurdan piştgiriyê bide vê hevpeymaniyê û beşdar bibe. Ji bo ku ev hevpeymanî ji aliyê gel ve bê qebûlkirin, beşdariya her kesî pêwîst e. Divê di demeke nêz de hevpeymaniya siyasî veguhere hevpeymaniya leşkerî. Ya herî girîng ev e. Divê Kurd tiştên li Rojava qewimîn ji bîr nekin. Komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de li dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin, berdewam dike. Ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, dixwazin vê komployê bi senaryoyên cuda bidomînin. Li çar parçeyên Kurdistanê divê Kurd li hemberî van komployan hişyar bin.”
 
‘JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ QONAXEKE KRÎTÎK’
 
Berwarî hişyarî da ku dibe hêzên sermayeya kûrewî ji bo şikandina bandora Îranê ya li Rojhilata Navîn mudaxileyî Iraqê bikin û ev yek dê bandorê li Herêma Federe ya Kurdistanê bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Yek ji armancên stratejîk ên vî şerî ew e ku bandora Îranê ya li Rojhilata Navîn bi temamî biqedînin. Ji Yemenê heta Filistîn û Lubnanê, dixwazin bandora Îranê tune bikin. Senaryoya li Lîbyayê hatibû meşandin, li Iraq û Efxanistanê jî xistin meriyetê. Ji bo Îranê jî heman senaryo xwestin pêk bînin lê negihîştin armanca xwe. Ji bo Başûrê Kurdistanê qonaxeke krîtîk tê. Li hemberî vê, helwesta siyasî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne siyaseteke neteweyî, demokratîk, aştîxwaz û li ser bingeha berjewendiyên Kurdan e. Divê tavilê li Başûrê Kurdistanê di her qadê de yekitî bê avakirin, lê hîna hikûmetek nehatiye avakirin. Bendewariya gel ew e ku artêşeke neteweyî ava bibe, lê partiyên siyasî destên xwe ji ser van hêzan nakişînin. Divê artêş û partiyên siyasî ji hev bên veqetandin. Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran saziyên medyayê hene û hemû jî bi partiyên siyasî ve girêdayî ne. Mirov nikare behsa saziyeke serbixwe û bêalî bike. Ev rewş jî rê li ber azadî û demokrasiyê digire. Divê tavilê dev ji vê siyasetê bê berdan. Di rojên pêş de nîşan hene ku dê êriş zêde bibin, divê siyasetmedarên Başûr li gorî vê tevbigerin. Ger yekitî pêk bê, gel heta dawiyê li dijî êrişan li ber xwe dide. Gel çawa ku ji bo Rojava herikîn qadan, ji bo Başûr jî dê heman tiştî bikin.”
 
MA / Emrullah Acar