AMED - Komeleya Ekolojiyê ya Amedê 10’emîn kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Di kongreyê giringiya têkoşîna ekolojîk hate destnîşankirin.
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” li avahiya Şaxa Hejmar 1’emîn a Egîtîm Senê a Amedê kongreya xwe li dar xist. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Ahmet Dogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û pişt re ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Di destpêka kongreyê de sînevizyona ku çalakiyên gelê Kurd yên ji bo xwezaya xwe li Kurdistanê li dar xistin hat nîşandan. Dû re mêvanên tev li kongreyê bûn li ser pirsgirêkên xwezaya Kurdistanê û çareseriya wê nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin.
Hevserokê Şaxa Hejmar 2’yemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Serhat Kiliç bal kişand ser hişmendiya ekolojiyê û wiha got: “Ez bi xwe di nava saziyeke kedê de me. Em têkoşîna kedê didin. Têkoşîna ked, jinan û ekolojiyê bi hev re têkildar in. Têkoşîna ked û ya ekolojiyê di bingeha xwe de di yek wateyê de ne. Her du têkoşîn jî armanc dikin ku civak û xwezaya xwe biparêzin. Hebûna vê komeleyê ji bo me gelek girîng e. Em bawer dikin ku ev komele dê erka xwe bi cih bîne. Vê têkoşînê bi pêş ve bibe.”
‘EM Ê HER TIM TÊBIKOŞIN’
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Ahmet Dogan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd her tim li ser jiyana ekolojîk sekiniyê û cihek mezin bo parastina ekolojiyê vekiriye û got: “Em ê her tim wek partiyên Kurd piştgiriya xwe tu carî kêm nekin û li derdora hevalên xwe bibin xelek û piştgiriyê bidin wan. Her tim dixwazin dîroka Kurdan tune bikin em jî çi pêwîst be em ê bi hevalên xwe re têkoşîna xwe bidin.”
‘ÇIYAYÊN ME, XWEZAYA ME DÊ TEQEZ AZAD BE’
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku parastina ekoloji û azadiya jinan di nav yek mijarê de hevdû dihewîne û got: “Weke ku em di paradigmaya birêz Ocalan de jî dibînin parastina ekolojiyê û azadiya jinan em dikarin bi hev re binirxînin û bigirin dest. Em hevalên rêveberiya nû pîroz dikin û piştgiriyê didine wan. Gerek em bi hevalên xwe re bi hev re serbikevin û azad bibin. Çiyayên me xwezaya me dê teqez azad bibin.”
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
Piştî axaftinan rapora faaliyeta 2 salan û rapora malî ya komeleyê hat parve kirin û pişt re rêveberiya nû ku hate hilbijartin beşdar silav kirin. Kongre bi pîrozkirina rêveberiya nû bi dawî bû.