Namzetê YNK'ê bû Serokomarê Iraqê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê YNK'ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê. 
 
Hilbijartina Serokkomariya Iraqê ku 18 kes bûn namzet, piştî nîvro dest pê kir. Ji 329 parlamenteran 252 jê ji bo dengdayînê li parlamentoyê amade bûn. Di tûra ewil de namzetê Namzetê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî 208 ray, namzetê PDK'ê Fûad Husên 17 ray û namzetê Yekîtiya Îslamê Mûsena Emîn 17 ray girtin. 
 
Namzetê YNK'ê Amêdî ku di tûra duyemîn de jî piraniya dengan wergirt, bû Serokkomarê Iraqê.