Tunç ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê derket i girseyî hat ziyartekirin
- Rojane
- |
- 11 Nîsan 2026 21:56
- |
WAN - Enes Tunç ku piştî 31 salan serbest hat berdan, li bajarê xwe Erdîşê ji aliyê girseyeke mezin ve hat ziyaretkirin.
Bi pêşengiya TUHAY-DER a Wanê Enes Tunç ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Suluca ya Edeneyê hat berdan, li bajarê xwe Erdîş a Wanê ji aliyê girseyeke mezin ve hat ziyaretkirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û her wiha gelek welatî beşdarî serdanê bûn. Girse li ber mala malbata Tûnç kom bû û bi çepik û dirûşmeyan Tûnç pêşwazî kir.