Li Girtîgeha Sîncanê nameyên bi Kurdî tên sansurkirin
- Rojane
- |
- 11 Nîsan 2026 22:05
- |
ENQERE- Derket holê ku li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 2, personelê ku bi Kurdî zanibû ji komîteya xwendina nameyan hatiye derxistin û nameyên Kurdî ji ber ku "pereyê wergêr nehatiye dayîn" nehatine xwendin.
Sansura li ser zimanê Kurdî li girtîgehan bi rêya nameya ku girtî Ramazan Çeper ê li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 2 ve şand, derket holê.
Çeper diyar kir ku nameyên Kurdî ji hêla komîsyonö ve nayên xwendin ji ber ku "pereyê wergêr nayê dayîn" û nameyên Kurdî yên ku hatine negihîştine girtiyan û nameyên ku bi Kurdî werin şandin jî nayên qebûlkirin.
Çeper di nameya xwe de diyar kir ku îdareya girtîgehê vê sansura li ser Kurdî, bi hinceta "heman rewş ji bo nameyên Rûsî jî derbasdar e" parastiye.
Her wiha Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê Nejla Demîrê jî têkildarî vê sansura li ser Kurdî pêşniyazpirsek berpêş Meclisê kir.