ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2026'AN
- Rojane
- |
- 13 Nîsan 2026 09:00
- |
* Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ku li Şemrexê talana ekolojîk didomîne, 3 tesîsên nû ava dike. Hevseroka Odeya Endezyarên Çandiniyê Fatma Irmakê got: “Divê ji bo herêmê tavilê bernameya analîza ax û avê bê destpêkirin. Ev yek nayê piştguhkirin.”
* Malbata Alî Baba Gokalp ê ku beriya du salan li Manîsayê tevî Zulfu Yildiz di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo danişîna ku dê di 15'ê Nîsanê de bê lidarxistin banga piştgiriyê kir.
*Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Bîlal Gezer û Sînan Toprak ji hêla alîgirên DAIŞ'ê ve dê li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê bê lidarxistin. (10.00)
* Şaxa ÎHD'a Dêrsimê dê li dijî zext, binçavkirin û girtinên roj bi roj zêdetir dibin dê li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê dê li Enqere û Stenbolê têkildarî gefên li malbata Kabaîş tên xwarin û dosyayê daxuyaniyê bidin. (14.00)