Bi mpşekan êrişî Hewlêrê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi moşekan êrişî kampa Cejnekan û Alan a sînorê Hewlêrê kir. Di encamê de 2 pêşmergeyên jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê rejîma Îranê berî çend kêliyan bi moşekan êriş deverekê li sînorê Balîsan û Behrikê ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir. Hat ragihandin ku êrişî Kampa Cejnekan a Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê ya nêzîkî Behrikê ya Hewlêrê hate kirin û ji ber vê yekê zarokê bi navê Şahîn Azerberzîn jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû.
 
Her wiha rejîma Îranê Kampa Alan a ser bi Balîsan bombebaran kir. Di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî jiyana xwe ji dest dan. Hinek din pêşmerge jî birîndar bûn.