Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sîwana Kurdistanî çareserî ye

Parve bike:

ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Îzmîrê civîna gel û danasînê pêk anî. Di civînê Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç got: "Dixwestin nasnameya Kurd tune bikin. Çareserî sîwana Kurdistanî ye. Divê em li gorî ruhê demê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin."

 
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li eywanek dawetê ya li Îzmîrê bi beşdariya gelek kesan civîna gel û danasînê li dar xist. Li salonê pankarta bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî ya “Em bi hev re yekitiya xwe bi rêxistin bikin” hat daliqandin. 
 
Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, parlamenterên DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Îbrahim Akin û nûnerên gelek partî û saziyan tevli civînê bûn. Civîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
 
 
Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiyê û diyar kir ku Kurd dema li perçebûna xwe dinêrin, her çend xebat hatibin kirin jî, negihîştine yekitiya xwe ya neteweyî û got: “Me ev wekî derdekî dît û 2 sal in em li ser dixebitin. Di nav vê însiyatîfê de 301 delege hene; ji sedî 60 ji gel û ji sedî 40 jî ji partî û saziyan pêk tê. Em naxwazin ev xebat di bin bandora partiyekê de be, divê ya esas nêrîna gel be”
 
'EM NAXWAZIN KES LI SER ME BIPEYIVE'
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku 60 mîlyon Kurd hene lê hîna jî li qadên navneteweyî hinek kesên din li ser navê Kurdan dipeyivin û wiha got: “Em vê qebûl nakin. Em dixwazin bibin xwedî saziyeke mayînde. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, li her çar perçeyên Kurdistanê atmosfereke erênî çêbû. Her gava li perçeyekî tê avêtin, bandorê li perçeyên din jî dike. Armanca me amadekirina zemîna Kongreya Neteweyî ye.”
 
'EM DIXWAZIN HER KES DI BIN SÎWANA KURDISTANÊ DE WERE CEM HEV'
 
Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî axivî. Mehmet Kamaç anî ziman ku piştî Peymana Lozanê, Kurd ji hêla hêzên hegemonîk ve hatine parçekirin û got: “Lozanê Kurd ji navenda polîtîkayê derxistin. Dixwestin nasnameya Kurd tune bikin. Em wekî însiyatîf, li dijî vê siyaseta dîrokî ya dijminan, dixwazin hemû reng, bawerî û îdeolojiyan di bin sîwana nasnameya Kurdistanî de bînin cem hev. Çareserî sîwana Kurdistanî ye. Divê em li gorî ruhê demê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.”
 
Civîn piştî axaftinan, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.