Malbatên Wanî: Em ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê

Parve bike:

WAN- Dê û bavên ku bertek nîşanî êrişên li dibistanên Riha û Mereşê dan anîn ziman ku ew ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê û ji rayedaran çareseriyeke lezgîn û mayînde xwestin.

 
Di êrişên çekdarî yên li ser dibistanên Riha û Mereşê de, yek jê mamsote bi tevahî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn. Bandor û fikarên ku ji ber êrişên zêde yên li ser saziyên perwerdehiyê di civakê de çêbûne, berdewam dikin. Xwendekarên li Wanê bertek nîşanî êrişên li ser dibistanan dan û gotin ku çûna dibistanê ji bo wan bûye cihê tirsê û fikaran. Dê û bavan jî bal kişandin ser kêmasiya tedbîrên ewlehiyê û ji rayedaran çareseriyên lezgîn û mayînde xwestin.
 
'EM LI DIBISTANÊ XWE EWLE HÎS NAKIN'
 
Xwendekar Melîke Yildizê pêwîstiya ewlehiyê li dibistanan anî ziman û got: "Em li dibistanê xwe ewle hîs nakin. Em li derve jî xwe ewle hîs nakin. Em nikarin biçin dibistanê, em ditirsin, malbatên me jî ditirsin. Ji ber van êrişan em ê nikaribin biçin dibistanê, divê ew ji vê rewşê re çareyekê bibînin. Perwerde ji bo pêşeroja me pir girîng e. Ew mafê me yê pêşerojekê nadin me."
 
'ÇEK DI DESTÊN ZAROKEKÎ DE ÇI DIKE?'
 
Xwendekar Sevda Altuntaş diyar kir ku malbat di perwerdehiya zarokên xwe de roleke girîng dilîzin û got, "Dibe ku zarokên ku rastî zorbaziyê hatine an jî tenê mane hebin. Divê malbat eleqeya xwe nîşanî zarokên xwe bidin. Ger malbat eleqeya xwe nîşanî zarok nede, zarok dê li dibistanê jî tenê bimîne. Bav ji rewşa zarok li Mereşê sûcdar e. Çima ew çek dide zarokê xwe? Çima ew fêrî zarokê xwe dike ka çawa çek bikar tîne? Çek di destên zarokekî de çi dike?"
 
'BILA SÛCDAR BÊN GIRTIN'
 
Ayten Ertûşê destnîşan kir ku divê dibistan bibin cihên ewle û got: "Ez ditirsim zarokê xwe bişînim dibistanê. Em ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê ji ber ku sûcdar nayên girtin. Polîs zarokan fêrî bikaranîna çekan dikin û dû re tiştên wisa diqewimin. Çekê hînî zarokên xwe nekin, lîretan li wan bikin. Divê dibistan ewle bin. Em ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê ji ber ku ewlehî nehatiye zêdekirin. Divê ew kifş bikin ka sûcdar kî ne. Ew sûcdaran digirin û dû re dîsa wan berdidin."
 
'DIVÊ EW ÇAREYEKÊ BIBÎNIN'
 
Cemîle Aşkanê ku got divê dewlet pergala perwerdehiyê biguherîne û got: "Kesên ku van kuştinan dikin, ew in ku çekan dixin destê zarokan. Ew çekan didin wan û dibêjin, 'Herin bikujin.' Divê dewlet van êrişan lêkolîn bike û çareyekê bibîne. Divê êdî mirov neyên kuştin."
 
Mehmet Işik bal kişand ser ewlehiya dibistanan û got: "Di roja yekem de, me peyamek wergirt ku digot, 'Zarokên xwe neşînin dibistanê.' Divê dewlet bipirse çima ewqas cebilxane di mala wî zarokî de hat dîtin. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekîn, berpirsiyarê vê yekê ye. Çima ewlehiya dibistanan nayê zêdekirin? Xwendekar divê neçin dibistanên ku ewlehî lê tune. Ew ji zarokan çi dixwazin? Ew çawa dikarin bi çekên lûledirêj bikevin dibistanê? Ew dizanin sûcdar kî ne. Çima wan nagirin?"