Şaredarê Eşmeyê Tozan hate girtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê navçeya Eşmeyê Yilmaz Tozan û 2 xebatkarên şaredariyê hatin girtin. 

 
Şaredarê Eşme ya Uşakê Yilmaz Tozan, hevjîna wî Burcu Tozan, ajokarê Tozan M.F., xebatkarê Midûriyeta Zabiteyan Î.U., xebatkarê şaredariyê H.D., endamê Şaredariya Eşmeyê H.D., endamê Meclisa Eşmeyê yê CHP’î R.S.S. û midûrê nivîsgeha taybet ê Tozan S.B. ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Uşakê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Ji binçavkiriyan R.S.S. û xebatkarê şaredariyê H.D. piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. 
 
Tozan bi sûcê “Ji bo kirina sûc rêxistin ava kiriye, rêxistin birêve biriye”, ajokarê wî M.F. û peywirdarê zabiteyan Î.U. bi sûcê “endamtî û alîkarîdayîna rêxistina ji bo kirina sûc hatiye avakirin”, Burcu Tozan û midûrê nivîsgeha taybet S.B. jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
TOZAN Û 2 KESÊN DIN HATIN GIRTIN 
 
Şaredar Tozan û Î.U. û M.F. hatin girtin. Burcu Tozan û S.B. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.