Bahçelî: Hedefa me ne tenê meseleya îro ye ya sibê jî ye

Parve bike:
ENQERE - Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Pêvajo, tê wateya destnedayîna sînorên me, xurtkirina eniya navxweyî û parastina yekitiya me ya neteweyî ye.” 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Bahçelî, bal kişand ser êrişên ser dibistanan ên li Mereş û Rihayê û got ku ji bo lêkolînkirina van êrişan, avakirina komîsyona lêkolînê ya li Meclisê gaveke rast e. 
 
Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî Bahçelî wiha got: “Pêvajo, tê wateya destnedayîna sînorên me, xurtkirina eniya navxweyî û parastina yekitiya me ya neteweyî ye. Her wiha bi temamî tesfiyekirina astengiyên xwînî û tarî yên li pêşiya Komara Tirkiyeyê ye.” Bahçelî, her wiha têgeha “Tirkiyeya bêteror” bi kar anî û got ku hedefa wan ne tenê îro lê meseleya sibê jî ye. 
 
Bahçelî, ji bo daxwaza hilbijartinê ya CHP’ê jî bertek nîşan da û got dê hilbijartin di dema xwe de bê kirin.