Tabelaya kolana bi navê Walî Sonel hat rakirin
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 12:30
- |
RIHA - Tabelaya kolana bi navê waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hat girtin, hat rakirin.
Tabelaya kolana bi navê waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hat girtin, hat rakirin. Sonel, di navbera 27'ê Cotmeha 2005'an û 28'ê Tebaxa 2008'an de li navçeya Bêrecûk a Rihayê wekî qeymeqam xebitî. Di vê navberê de navê Sonel li Taxa Baglarbaşiyê li kolanekê hat kirin. Keyayê Taxa Baglarbaşiyê û Enguman Keyatiyê, serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dan û xwestin navê Sonel bê rakirin. Wekî sedem hat gotin ku şêniyên taxê ji ber navê Sonel nerihet dibin.
Piştî qebûlkirina daxwazê, Şaredariya Berûcûkê tabelaya bi navê Sonel rakir û avêt ber dîwar.