NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên rojavayê Kurdistanê bi hezaran xwendekar, mamoste û welatî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xist.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê bi sedan mamoste, xwendekar û şênî bi meşekê paşguhkirina zimanê Kurdî şermezar kir û xwestin di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin. Meş ji pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma ya bajêr destpê kir. Girse bi pankartên "Zimanê me nasnameya me ye", "Ziman xeta sor e, yên ku wê binpê bikin rewatiya xwe ji dest dide", "Her peyvek Kurdî çîrokek e" û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" heya sûka navendî meşiyan.
Meş li sûka navendî sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre xwendekara bi navê Sîma Derwîş daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd hat pîrozkirin û ji bo misogerkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Di daxuyaniyê de pêşniyara hikûmeta demkî ya dayîna perwerdeya zimanê Kurdî bi du saetan hat redkirin û hate gotin, gelê Kurd 15 sal e bi zimanê dayikê hîn dibe û israra wê ya misogerkirina mafê zimanî zêdetir dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku hebûna gelek zimanan li welatekî ne pirsgirêk e, lê pirrengiya civakî nîşan dide.
Di daxuyaniyê hat xwestin ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanê dayikê yê fermî were qebûlkirin û hate diyarkirin ku heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.
TIRBESPIYÊ
Rêveberiya Dibistanan ya bajarê Tirbespiyê bi armanca ku zimanê Kurdî weke zimanekî bingehîn di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, meşek organîze kir. Meşê li pêşiya Rêveberiya Dibistanan heta avahiya meclisa bajêr dewam kir. Di meşê de bi sedan mamoste, xwendekar û şênî beşdar bûn. Meşevan pankartên "Zimanê me jiyana me ye" û "Perwerdeya bi zimanê dayikê bingeha zanistê ye" hilgirtin û dirûşmên bi doza naskirina zimanê Kurdî berz kirin.
Meş li pêşiya avahiya meclisa bajar sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Rêveberiya Dibistanan Şîlan Hacî daxuyanî xwend. Di daxwaniyê de hate gotin ku zimanê Kurdî bingeha zanistê ye û divê xwedî lê were derketin. Her wiha hate destnîşankirin ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew rûmet, dîrok û hebûna gelê Kurd e, ev zimanê ku bi hezarên salan li ser xaka Mezopotamiyayê hatiye jiyankirin li hemberî zor û zordestiyê rû bi rû maye.
Di dewama daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin û wiha hate gotin: "Rewşa zarokên me yên ku bi dehên salan di qadên perwerdeyê de bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bûne û xwendina xwe bi zimanê Kurdî gihandina zanîngehan misoger bike. "
Bang li gelê Kurd jî hat kirin ku ji bo naskirina zimanê Kurdî yê dayikê di destûra Sûriyeyê di nava têkoşînê de bin.