AMED - Li Qada Newrozê deh hezaran kes derketina Amedspor a Super Lîgê bi coşî pîroz kir.
Tîma futbolê Amedspor îsal bi piştgiriya alîgirên xwe ve tevî hemû êrişên nijadperest û astengiyan serkeftinek dîrokî bi dest xist, bû şampiyon û derket Super Lîgê. Amedspor vê serkeftina xwe bi sed hezaran aligirên xwe yên ji Amed, bajarên derdorê wê, çar parçeyên Kurdistanê û derve hatine dê heya saetên dereng Qada Newrozê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê pîroz dike. Di çarçoveye pîrozbahiyan li gel Serokê Amedsporê Nahît Eren, rayedarên, gelek mêvan dê biaxivin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de dê gelek hunermend derkevin ser dikê. Herwiha dê lîstikvanê Amedsporê Kupaya Şampiyontiyê rakin.
Amedspor bi daxuyaniyekê ji alîgirên xwe xwest fîşekên hewayî, maytap û teqemeniyan neynin li qada pîrozbahiyê. Ji 7 saliyê heta 70 saliyê sed hezaran alîgir bi pankar, forma û dovîzên xwe ve ji niha ve Qada Newrozê tije kirin. Pîrozbahî bi derketina Dj Ramazan Karakaş dest pê kir. Bi sed hezaran kes li qadê alên Amedsporê bilind kirin û govend gerandin. Piştre tîma bê asteng a Amedsporê ya ku di beşa basketbolê bi ser ket û ew jî di beşa xwe da derket Super Lîgê bi Dayika Aştiyê Nezahat Teke re kupa rakir.
Pîrozbahî bi konsera Beser Şahîn berdewam kir. Hunermend Beser Şahîn bi stranên xwe gel coşand.
'EV COŞ DÊ BEDEWIYEKÊ BIDE AMEDÊ'
Piştî konserê Serokê Amedsporê Nahît Eren axivî. Nahît Eren di sêrî de Roja Dayikan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “We karsaziyeke mezin bi ser xist. Me mezin qezenc kir, me bi hev re qezenc kir. Em bi hev re meşiyan û îro me ev kupa anî vî bajarî. Me tu carî baweriya xwe winda nekir, me baweriya xwe bi we anî. We em tu carî bi tenê nehiştin. Ma em zehmetiyan nekêşiyan? Ma em rastî êrişan nehatin? Ma em nehatin dûrxistin? Belê, lê me tu carî ji nasnameya Amedsporê tawîz neda. Me li deplasmanan nûnertiya coşa vê qadê kir. Ev coş dê bedewiyekê bide Amedê. Ziman û nasnameya Amedsporê li aliyê aştî, xwişk-biratî, azadî û wekheviyê ye. Me bi hev re bi ser xist, me mezin qezenc kir.”
'MÎMARÊ HERÎ MEZIN Ê VÊ SERKETINÊ HÛN IN'
Piştre Cîgira Serokê Amedsporê Şeyda Arslantaş axivî û bi pîrozkirina Roja Dayikan dest bi axaftina xwe kir. Şeyda Arslantaş ev tişt got: “Mîmarê herî mezin ê vê serkeftinê hûn in. Me got Amedspor ji klûbekê mezintir e. Em nîşanî hemû cîhanê didin ku ev rastiyeke çiqas mezin e. Wekî encama nêrîna azadîxwaziya jinê, me têkoşîn da ku jin di rêveberiya werzîşê de bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hemû lîstikvanên tîma xwe ya jinan pîroz dikin. Hûn xeyala her zarokê ku dibêje ‘ez jî dikarim bikim’ pêk tînin. Amedspor klûbeke yekser e, klûbeke ku li dijî her cure cudakarî ye. Amedspor dê xwedîderketina li nêrîna azadîxwaziya jinê, xuyakirina astengdaran û pêkanîna xeyalên zarokan bidomîne.”
Piştî axaftinan, şandeya teknîkî û futbolvan bi çepik, tîlîlî û dirûşman derketin ser dikê. Futbolvanên ku yek bi yek hatin gazîkirin, tevî dayik û malbatên xwe silav dan alîgiran. Futbolvanên ku bi govendê derketin ser dikê, ji aliyê alîgiran ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Kaptanê Amedsporê Ece Kardeşler Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û diyar kir ku di şampiyoniyê de keda her kesî heye. Piştre bi çepik, tîlîlî û dirûşman madalya dan futbolvanan. Rêveberiya Amedsporê, şandeya teknîkî û futbolvanan bi coşeke mezin kupa rakirin. Di dema rakirina kupayê de fîşekên hewayî hatin teqandin û meşale hatin vêxistin.
Piştî merasimê, li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya axivî û got: “Îro tenê tîmek derneteket Super Lîgê. Îro hêviya gelekî qezenc kir. Baweriya ku bi salan di dilê xwe de dihewand qezenc kir. Amedsporê karên pir mezin kirin. Serkeftina we pir mezin e û wekî şîrê dayikê yê spî li we helal be.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Bername bi coşek xurt berdewam dike.