DEM Partî dê bi dirûşma ‘Gavek ji bo aştiyê’ ber bi Meclisê ve bimeşe

Parve bike:

ENQERE - DEM Partî dê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” ber bi Meclisê ve meşê li dar bixe.

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên zagonî û hiqûqî yên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, dê di 16’ê Gulanê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” meşan li dar bixe. 
 
Yek ji navendên ku dê meş lê were lidarxistin jî Enqere ye. Meş, dê saet di 18.30’ê de li Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Yukselê dest pê bike û heta Parka Meclisê bidome. 
 
 
ÇIMA MEŞ TÊ LIDARXISTIN? 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatih Kanat têkildarî meşê agahî da û got: “Em ji bo daxwazên xwe bi Meclisê bidin bihîstin dimeşin. Dê gavên hiqûqî û zagonî li wir bên avêtin. Bi van zagonan dê pêşiya gavên siyasî jî were vekirin. Weke DEM Partiyê ji bo edalet, heqîqet, azadî û demokrasiyê em hemû derfetên xwe bi kar tînin. Wekî birêz Bahçelî jî got; aştî ne kevokeke yekbask e.” Kanat, banga tevlibûna meşê kir.