Cejna Zimanê Kurdî: Em civaka demokratîk li dora zimanê dayikê ava bikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN -  Di daxuyaniyên ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî hatin dayîn de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hate kirin û hate gotin: “Em civaka demokratîk li dora zimanê Kurdî ava bikin.”

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hatin dayîn.
 
WAN 
 
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Ziman û Çandê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Baroya Wanê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hat vekirin û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Rêveberê DADSAZ’ê Veysî Atay metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser dîroka 15'ê Gulanê û Kovara Hawarê. Veysî Atay destnîşan kir ku zimanê Kurdî bingeha hebûn û nasnameya gelê Kurd e û got: “Kurdî hîmê yekîtiya neteweyî û mifteya azadiya Kurdan e. Tevî her cure êriş û polîtîkayên pişaftinê, Kurdî sed sal in hebûna xwe diparêze. Her çend di peymanên navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatibe misogerkirin jî, Tirkiye bi şerhan nahêle gelê Kurd ji van mafan sûdê bigire. Li gorî xala 42’yan a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e.”
 
Veysî Atay di dawiya axiftina xwe de bang li parlamentoyê û rayedaran kir û diyar kir ku divê hemû astengiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Veysî Atay li ser navê hiqûqnasên Kurd bang kir û got : “Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statûya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bidomînin. Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.
 
ERZIROM
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de panlkarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî (Statuya Kurdkî perwerdeyo bi Kurdkî)” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partî ya Erziromê Yavuz Karabudak axivî û anî ziman ku perwerdeya bi Kurdî mafê herî xwezayî yê Kurdan e û ev tişt got: “Di rojek wiha girîng de, em bang li jin, ciwan, kedkar û rewşenbîrên ku ji bo ziman û nasnameya me têdikoşin, dikin. Bibin hêza avakar ê civaka demokratîk, berpirsiyariyê li xwe bigirin em civaka demokratîk li dora zimanê dayikê bi hevre ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
 
MÛŞ 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Kopê, li avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Kopê Leyla Guneş Eser ve hate xwend. Leyla Guneş Eserê anî ziman ku zimanê dayikê nasnameya wan e û Kurdî zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye.
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
 
AMED 
 
Xwendekarên Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê li zanîngehê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê da pankarta “Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê xwendekara zanîngehê Meral Zeytun ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê xwendekaran stranên Kurdî stirîn û govend gerandin. 
 
RIHA
 
Li navçeya Serêkaniyê Platforma Saziyê Demokratîk li avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Tekîn Asî di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li dijî Kurdî. Asî ji bo perwerdeya bi Kurdî û statuya fermî bang kir ku gavên hiqûqê bên avêtin.
 
Li Sêweregê li saziya ZIWAN KURD çalakî hate lidarxistin û danok li welatiyan hate belavkirin. Welatiyan li ber erbane, tembûr û stranên Kurdî govend gerand. Piştî nîşandana lîstika şanoy, girse ji avahiya komeleyê ber bi Qaka Kanlikuyu meşiyan û di meşê de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Dem dema zimanê Kurdkî yo”, “Dem dema Kurdî ye” û pankartên “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî” hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliy3e Alî Cikka ve hate xwendin. Daxuyanî bi govend û tilîliyan ve bi dawî bû.
 
MELETΠ
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Çeşme Duragi ya li navenda bajêr daxuyanî da. Metne daxuyaniyê ya Kurdî rêveberê DEM Partiyê yê Meletiyê Mahmut Uzun ya Tirkî jî ji aliyê endama PM a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate daxwazkirin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statuya fermî. 
 
ŞIRNEX 
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî li Parka Birca Belek a Cizîrê daxuyanî dan. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî li ber Komeleyta Birca Belek kom bûn û ber bi qada daxuyaniyê ve meşiyan. Di meşê de bi domdarî dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin û dowîzên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgiritn. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebirê Komeleya Birca Belek Cahît Akil ve hate xwendin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziman nasnameya me ye” ve bi dawî bû.