Bêyî destûrê li Bazirganê GES tê avakirin
- Ekolojî
- |
- 20 Gulan 2026 11:39
- |
AGIRÎ - Li gundê Bazirgan ê Giyadînê bêyî ku destûra xebatê hebe GES tê avakirin. Di navbera gundiyên bertek nîşanî GES’ê dan û xebatkarên şîrketê de rageşî derket.
Li gundê Bazirganê yê navçeya Giyadîn a Agiriyê, bêyî ku destûra xebatê hebe, xebatên avakirina projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) hatin destpêkirin. Şêniyên gund jî bertek nîşanî xebatkarên şîrketê yên bêyî belgeyek hebe hatine herêmê dan û rageşî derket. Piştî makîneyên kar li herêmê hatin xebitandin, şêniyên gund hatin cihê xebatê û ji rayedarên şîrketê belgeyên destûrê xwestin. Rayedaran tu belgeyek nîşanî şêniyan nedan û gundiyan jî bertek nîşan dan. Şêniyên gund got: “Destûra we ya xebatê nîne lê hûn çima hatine vê derê? Heta belgeyên we nebin hûn bi kîjan heqî tên ser axa me?”
Hat zanîn ku xebatkarên şîrketê xebatên xwe didomînin û şêniyên gund jî li herêmê ne.