MÛŞ - Li gundê Xwarik, nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 18’emîn de berdewam dike. Îro ji ber roja sondajê ya projeyê ye, welatiyên di nobedê de ji bo berxwedanê bangî gelê Gimgimê kirin.
Nobeda li dijî Santrala Jeotermal a Enerjiyê (JES) a ku tê xwestin li gundê Xwarik a navçeya Gimgim a Mûşê bê kirin, di roja 18’emîn de berdewam dike. Li têketina qada nobeda ku bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojî ya Gimgimê hatiye destpêkirin, pankartên “Gimgim JES’ê naxwaze” hate daliqandin. Li konan jî pankartên “Kedê îstîsmar neke, xwezayê qetil neke”, “No hard mîrasê kal û bavikano. Bavokê ameyoxî yo, JES newazenîme” hatin daliqandin.
Îro roja sondaja projeyê ye, ji ber vê yekê welatî danê sibê hatin qada konan. Di nava rojê de serdana partiyên siyasî, rêxistinên civakî û ekolojîk a li nobedê tê payîn. Welatiyan bangî gelê Gimgimê kirin ku tevli nobedê bibin.
‘EM LI BENDE HER KESÎ NE’
Endamê Meclisa Şaredariya Gimgimê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mesut Bîngol wiha axivî: “Li vir qelebalixek heye û tevlibûn xurt dibe. Em hemû gelê Gimgimê vedixwînin.” Welatiya bi navê Naciye Goren, li dijî projeyê ji bo berxwedanê bangî gel kir û ev tişt got: “Îro roja sondaja yekemîn a jeotermalê ye. Em her kesî vedixwînin vir. Em bibin yek, bi hev re li ber xwe bidin û em bi serkevin.”
Sevîm Guneşerê anî ziman ku ew li dijî projeya JES’ê li ber xwe didin û got: “Bila her kes were vir têbikoşe. Ev ax a me ye. Şîketa Amerîkî nikare bikeve vir.”