Bakirhan li Agirî serdana dikandaran kir
- Rojane
- |
- 20 Gulan 2026 13:22
- |
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li bajêr serdana dikandaran kir, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê yekitî û piştevanî bê xurtkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Agiriyê serdana dikandaran kir. Serdana ku li navenda bajêr li bûlwara Tahîr Elçî pêk hat, ji aliyê gel ve bi eleqeyek xurt ve hate pêşwazîkirin. Bakirhan ê ku di dema serdanê de pirsgirêk û pêşniyarên dikandaran guhdarî kir, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkan bi xwedîderketina li îradeya gel û bi têkoşîna hevpar ve pêkan e.
Bakirhan bal kişand ser pêvajoyê û anî ziman ku çareseriya demokratîk û aştiya civakî tenê bi têkoşîna rêxistinkirî, bi xurtkirina piştevanî yekitiyê ve pêkan e.