Kesên di Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn
- Rojane
- |
- 20 Gulan 2026 15:43
- |
AMED - Li Bismilê bi pêşengiya MEBDYA-DER’ê kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Li navçeya Bismil a Amedê, Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekê bibîr anî. Merasîma ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate lidarxistin, gelek kes beşdar bûn. Di merasîmê de sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana kadroyên pêşeng ên PKK’ê hate nîşandan.
Di bibîranînê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz, axivî. Dengîz anî ziman ku têkoşîn bi berdêlên mezin gihîştiye îro û kesên jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.