Abdullah Ocalan: Qanûna bê derxistin weke mifteyekê ye ku pêşî li vê pêvajoyê veke

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina heyeta Îmraliyê de balkişand ser girîngiya derxistina qanûna çarçoveyê û got, "Qanûna ku siyaset derxîne weke mifteyekê ye ku pêşî li vê pêvajoyê veke. Heta dawiyê derî li Komara Demokratîk tê vekirin."

 
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol duh li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Heyetê ragihand ku hevdîtin 3 saetan dewam kiriye û di hevdîtinê pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk û xebatên ku tên meşandin hatine nirxandin. 
 
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
 
"Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike.
 
Bi vê qanûnê re ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî em bi rê dikevin. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku herî kêm bi qasî avabûna Komarê girîng e.
 
Çawa ku di dema avabûna Komarê de ked û fedakariyeke mezin hate kirin, niha jî ji bo Komara demokratîk divê bi heman cidiyetê kar bê kirin.
 
Pêwîstiya her kesên li ser vê xakê bi vê yekê heye, ne tenê ya Kurdan û derdorekê. Gava bê avêtin wê bandorê li çarenûsa welêt û herêmê bike; wê pêşî li pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aboriyê veke. Ev jî ji bo 86 milyon mirovî xizmeteke mezin e.
 
Em ê bi birêxistiniya civakê pêngaveke dîrokî biavêjin. Ev gav wê tevkariyeke gelekî mezin li aboriyê û aştiyê bike.
 
Hîn her tişt çareser nebûye. Lê belê rewşeke welê jî nîne ku mirov bi rengekî negatîf nêzîk bibe. Ya girîng ew e ku ev gav rast bê fêhmkirin û ji bo serketina pêvajoyê her kes bi berpirsyariyê rabe.
 
Qanûna ku siyaset derxîne weke mifteyekê ye ku pêşî li vê pêvajoyê veke. Heta dawiyê derî li Komara Demokratîk tê vekirin."
 
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê
 
3'ê Tebaxa 2026"