ÎZMÎR - Birayê Tanju Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê tê ragirtin Omer Yildirim diyar kir ku birayê wî dema hat binçavkirin du rojan li qereqolê îşkence lê hatiye kirin û ew jî di hucreyeke yek kesî de tê girtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Îzmîrê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a girtî Tanju Yildirim a li Girtîgeha Tîpa T ya Menemenê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rayedarên komeleyê û birayê girtî Omer Yildirim jî amade bûn.
Birayê girtî Omer Yildirim got ku birayê wî di sala 2010'an de ji ber ku beşdarî xwepêşandanên kolanan bû hat girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F ya Bucayê. Yildirim diyar kir ku piştî darizandina 4 salan birayê wî 36 sal ceza lê hatiye birîn û ew birin Girtîgeha Şakranê ya Aliagayê û wiha axivî: "Piştî ku 12 salan li wir derbas kir, Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ji nû ve were darizandin û ew hate berdan. Piştî 6 mehan, dadgeha wî dîsa hate kirin û 25 sal ceza lê hate birîn û di 23'ê Tîrmeha 2026'an de li Menemenê hat binçavkirin. Piştre, ew birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Menemenê da ku îfadeyê bide. Piştî îfadeyê birin Qereqola Polîsan a Asarlikê û 2 rojan li wir ma. Di dema binçavkirinê de rastî îstîsmara fîzîkî û psîkolojîk hat. Li ser xuyanga fîzîkî ya birayê min nîşanên tundûtûjiyê hene. Wî li nexweşxaneyê rapora bijîşkî xwest. Piştre ew birin Girtîgeha Tîpa T ya Menemenê û xistin beşa dadweriyê. Piştî îtîraza wî, ew xistin hucreyekê. Li vir, ew ji mafên xwe yên wekî televîzyon, radyo û pirtûkan bêpar ma. Li şûna ranzayê, nivînek li erdê li kêleka tiwaletê hate danîn û zext li wî hate kirin ku li wir razê. Hemû mafên wî hatine standin û ew rastî zextên psîkolojîk û fîzîkî tê. Ji ber ku dosyeyên wî nehatine şandin girtîgehê, birayê min naxin beşa sîyasî. Rewşa psîkolojîk a birayê min ne baş e. Em dixwazin di vê mijarê de tedbîrên pêwîst werin girtin."
ÎHD'Ê SERLÊDANEKE FERMÎ KIR
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Vetha Aydin jî wiha got: "Piştî serlêdana ku duh me kir, me daxwaznameyên xwe yên fermî yên derbarê muameleya xerab a di dema binçavkirin û girtîgehê de temam kirin. Em dibînin ku bûyerên şîdet û îşkenceyê, bi taybetî di dema binçavkirin û lêpirsînê de, bi dawî nebûne û berdewam dikin. Ew pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û ji ber ku di odeyê de girtî ne di rewşek de ne ku hewcedariyên xwe peyda bikin. Em bang li rayedaran dikin ku şert û mercên di vî warî de baştir bikin. Em dixwazin ev binpêkirinên li girtîgehan ji holê bên rakirin. Em ê şopandina dozê berdewam bikin."