Girtiyê ku lingê wî şikestiye nabin nexweşxaneyê
- Rojane
- |
- 3 Tebax 2026 14:33
- |
MERSÎN - Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiyê, girtiyê bi navê Aydin Oguz ji ber ku lêgerîna hundirê dev qebûl nake ji 19'ê tîrmehê vir ve nabin nexweşxaneyê.
Aydin Oğuz ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Giresun Espiye tê ragirtin di 19'ê Tîrmehê de dema werzîş dikir lingê xwe şikand. Di 21'ê Tîrmehê de, di hevdîtina telefonê de bi malbata xwe re behsa binpêkirina mafên mirovan kir. Malbatê ragihand ku piştî ku hevalên Oguz ew ew birin revîrê, li wir tedawiya destpêkê dît û diviyabû ew şandin nexweşxaneyê. Lê leşkeran xwestin ku ew "lêgerîna hundirê dev" bikin û ji ber ku wî red kir, ew nebirin nexweşxaneyê.
Oguz herî dawî di 31'ê tîrmehê de bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku hêj ew nebirine nexweşxaneyê.